Civata êzdî xwe jinûve ava kir: Birînên civakê bi neteweya demokratîk tên dermankirin 2024-08-01 09:09:23 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Cîhan Celo, diyar kir ku piştî fermana 74'an  li Şengalê guhertinên dîrokî çêbûn û wiha got:" Niha her hûcreyeke civakê bi paradîgmaya neteweya demokratîk tê avdan, her birîneke civakê bi vê fikrê tê dermankirin."    Di 3’yê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAIŞ’ê êrîşeke hovane bir ser Şengalê û civaka êzidî di qirkirinê re derbas kir. Hikûmeta Iraq û hêzên PDK'ê li gel vê êrişa DAIŞ'ê ji herêmê hatin vekişandin û yek gule jî neteqandin û êzidî terikî mirinê kirin.  Vekişandina van hêzan weke xiyanet hat dîtin û pênasekirin. Li gel vê geşedanê komeke ku ji hêzên HPG'ê û YJA-STAR'ê pêk tên çûn hawara êzidiyan. Di van êrişan de çeteyên DAIŞ’ê bi hezaran jin û zarokên êzidî revand û bi hezaran xort, kal û pîrên êzidî jî kuşt û wan bi awayekî komî veşart. Ev hovitiya  DAIŞ’ê ya li dijî êzidiyan weke Fermana 74’an tê pênase kirin.Di van êrişan de 2 hezar û 855 kesan jiyana xwe ji dest da û heta niha jî ji 7 hezar kesan agahî nayê girtin. Tevî ku di ser fermana 74’an de 10  sal derbas bûne jî bi hezaran jin û zarokên êzidî ji destê DAIŞ’ê nehatine xelaskirin û aqûbeta gelek êzidiyan jî nayê zanîn. Lê tevî hemû astengiyan jî li Şengalê Rêveberiya Xweser hatiye avakirin û êzidî xwe bi rê ve dibin.    Piştî fermana 2014'an de civaka êzidî xwe bi nûve afirand û di bin siwana Rêveberiya Xweser de meclîsên xwe û hêzên xwe yên leşkerî avakirin. Êzidiyên ku di dora Rêveberiya Xweser de bûn xelek bi paradigmaya netewa demokratîk di nava komûn û meclîsan de cihê xwe girtin.Paradigmaya ku gav bi gav tê bicihkirin her carê rastî êriş û polîtikayên şerê taybet ê PDK'ê û hikûmeta Iraqê tê. Li dijî vê paradigmaya ku hatiye avakirin di 9'ê cotmeha 2020'an de di navbera Hewlêr û Bexdayê de 'peymana 9'ê cotmehê' hate îmzekirin. Li gel îmzekirina vê peymanê êzidî daketin qadan û bertekên xwe nişan dan. Êzidiyên ku vê peymanê weke mudexeleya avakirina pergala ku li wir hatiye bicihkirin dibinin ji roja îro heta niha qebûl nakin. Şengal a ku tenê bi êrişên hikûmeta Iraq û PDK'ê re sînordar namîne her carê jî rastî êrişên dewleta tirk ê hewayî tên.    Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengal (MXDŞ) Cîhan Celo der barê armanca fermana 74'an û planên ku niha li ser Şengalê tên xwestin ku bên cihkirin û pergala ku li herêmê hatiye avakirin de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxandin kir.    GUHERTINÊN DÎROKÎ ÇÊBÛN    Cîhan Telo diyar kir ku êzidiyên ku bi mirinê re hatin hiştin bi alikariya hêzên HPG'ê û YJA-STAR'ê ji fermanê xelas bûn û got ku fermana 74'an ji bo êzidiyan serdemeke nû bû û wiha axivî:" Li Şengalê li gel fermanê di nava civaka êzidî de guhertinên gelek mezin çêbûn. Di sala 2014'an de ji ber hin kesan ev civake hedef hate nişandin. Hin hêzên dagirker xwestin ku vê civakê ji holê rakin û tune bikin. Erê raste civaka êzidiyan xwe parast lê bi derfetên xwe parast. Bi vê fermanê civaka êzidî hêzên xwe yên leşkerî avakirin, hêzên xwe yên siyasî avakirin. Bi her awayî civaka êzidî xwe parast. Bi fermanê li Şengalê pergaleke nû hate avakirin. Ev civaka ji aliyê hikûmeta Iraqê û PDK'ê ve radestî DAIŞ'ê hate kirin. Armanca vê fermanê qirkirina civaka êzidî bû û dixwestin ku yekser civaka êzidî ji holê rakin. Lêbelê bi hatina hêzên HPG'ê û YJA-STAR'ê ev planên ku li ser civaka êzidî dihatin amadekirin vala hatin derxistin.Dema ku şervanên azadiyê berê xwe dan çiyayê Şengalê ev civak ji qirkirinê xelas bû. Şervanên azadiyê ne tenê parastina Şengalê weke erk dîtin,di heman demê birêxistinkirina civaka êzidî jî weke erk dîtin. Civaka êzidî li ser paradigmaya netewa demokratîk hate birêxistinkirin. Di dîroka êzdatiyê de cara yekeme ku hêzeke leşkerî tê avakirin. Cara yekemîn hêzeke jin a weke YJŞ'e tê avakirin û jin parastina vê civakê dikin. Her weke din di bin sîwana Rêveberiya Xweser de sazî û rêxistin hatin avakirin. Li Şengalê piştî 2014'an de guhertinên mezin çêbûn û civaka êzidî xwe ji nûve afirand. Li Şengalê sê  xalên girîng û dîrokî çêbûn.Yek ji wan paqijkirina ji çeteyan, didu ji hêla erdnigariyê ve û ya sêyemîn ji di hêlê hişmendiyê de guhertinên dîrokî çêbûn. Niha rêxistinên ku li Şengalê hatine avakirin dibe sedem ku Şengal xwe ji nûve biafirîne."   MECLISA YEKEMÎN LI SERDEŞTÊ HATE AVAKIRIN   Celo, di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku piştî fermanê civaka êzidî xwe birêxistin kir û li dijî êrişan ji hesin bûye îrade û ew pêvajo wiha vegot:" Civakeke ku bi hezaran salin di bin zor û zordestiyê de derbas bûye ev guhertin ne hêsan in. Li tevî evqas astengiyan, gef û êrişan jî xwedî li hebûna xwe derketiye û xwe ji nûve ve ji nebûnê afirandiye. Heta roja me ya îro ji li ser vê civakê êriş û zext hene û plan û armancên desthilatdaran hene. Lêbelê hêzên YJA-STAR, YJŞ'ê nehiştin ku ev plan pêk bên. Kesên ku wê demê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê li berxwe da û bûye pakrewan hatin hedef nişandin.  Rêveberiya Xweser jî weke hedef hate nişandin. Di sala 2015'an de meclîsa Rêveberiya Xweser hate avakirin. Dema ku li Şengalê herkes koçber bû hêzên ku ev der rizgarkirin li Serdeştê hiştin. Sedemê hiştina wan a li Şengalê jî ew bû ku gel vegere. Ji ber wê jî meclîsa yekemîn li Serdeştê hate avakirin. Ev meclîsa ku hatiye avakirin jî li ser fikrê serokatî û pergala netewa demokratîk hate avakirin.Pergala netewa demokratîk jÎ di navbera jin û zilam de wekhevî esas girtin, di aliyê xizmetguzariyê de hev esas girtin, ciwan rêxistinkirin hebû. Niha Rêveberiya Xweser di bin siwana xwe de 13 meclîs avakirine. Her wiha rêxistina TAJÊ heye û di bin siwana TAJÊ de meclîsên jin ê ku hatine avakirin hene. Her wiha komiteyên aboriyê, tendûristiyê, ekolojiyê hene. Rêveberiya Xweser li gorî derfetên xwe dikare di Şengalê de xîzmet bike. Her lijne yan jî sazî hatine avakirin. Kêmasiyên wê hene lê em ê bi hevre  bi civaka xwe re çareser bike."    JIN PÊŞENGTIYA PARADÎGMAYÊ DIKIN   Cîhan Celo, anî ziman ku li Şengalê di bicihkirina pergala netewa demokratîk de jin rolekî esasî dilîzin û wiha domand:"  Şengal bi her awayî dorbêç kiriye. Zehmetiyên wê pir in lêbelê li tevî van zehmetiyan jî civak xwe birêxistin dikin. Bi hezaran hêzên ku li vir amadebûn pişta xwe dan vê civakê. Ê ku niha pêşengiya azadiya civaka êzidî dikin TAJÊ ye. Jin ne tenê weke dîmenek di nava Rêveberiya Xweser de cih digirin, jin pêşengtiyê dikin. Ji ber ku di sala 2014'an de, di şexsê jinan de xwestin ku vê civakê tune bikin. Lêbelê jinên êzidî bi pêşengtiyê vê civakê bersivan van êrişan dan. Esasê serkeftinê fikrê birêz Ocalane. Yê ku vî fikrî li vir herî zêde esas digire jî jin e. Niha di Şengalê jin pêşengtiya vê paradigmayê dike. Her hûcreyeke civakê bi vê fikrê tê avdan, her birîneke civakê bi vê fikrê tê dermankirin."   'ÊZIDIYAN RÊVEBERIYA XWESER JI XWE RE ESAS GIRTIYE'   Celo, di berdewamê de bal kişand li ser vegerên êzidiya ya ber bi Şengalê ve û got ku civaka êzidî tenê baweriya xwe dide Rêveberiya Xweser û ev tişt got:"  Îro dubare êrişek li ser Şengalê çêbibe ê ku xwedî li Şengalê derbikeve û biparêze hêzên YJŞ'ê û YBŞ'ê ne. Yê ku nirx û mafê vê civakê biparêze Rêveberiya Xwesere. Ev heqîqete di vegerên ber bi Şengalê de careke din derdikeve holê. Niha ew êzidiyên ku di wargehên ku li Başur de dimînin  hêdî hêdî berê xwe didin Şengalê û vedigerin Şengalê. Ji ber ku Şengalê ji xwe re weke cihê herî ewle dibînin. Hêzên weke PDK'ê û Haşdî-Şabî li vir hene lê di parastina vê civakê de rol û mîsyonek nalîzin. Ev hêz di sala 2014'an de jî li vir bûn lê ev civak bêparastin hiştin. Ji ber wê jî ev civak herî zêde baweriyê dide Rêveberiya Xweser. Ji ber ku yê ku ev ax ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin û parast Rêveberiya Xweser bû. Û yê ku heta roja me ya îro jî planên li ser Şengalê pûç û vala derdixine jî Rêveberiya Xweser bû. Ji ber wê jî niha civaka êzidî Rêveberiya Xweser ji xwe re esas girtiye. Rûxmî plan û zextên li ser Rêveberiya Xweser civak wê ji xwe re esas dibîne û weke hêza parastina ya yekem dibîne. Ji ber wê kî tengasiyekî de be û kî rastî astengiyê bê hewara xwe digihîne rêveberiya xweser. Ji ber wê heke ku îro veger hebin ber bi Şengalê ve ev ji baweriya ku didin Rêveberiya Xweser tê. Em jî weke pêşengên vê civakê çi kar û xebat ji vê civakê re pêwîst be amade ne. Xwedî derketina vê civakê erka me ya sereke ye."    'DIXWAZIN KU FERMANÊ DI KAMPAN DE TEMAM BIKIN'   Celo, destnîşanî kampên PDK'ê kir û diyar kir ku PDK vegera ber bi Şengalê asteng dike û ev tişt anî ziman:"  Ji aliyê Wezareta Koçberiyê ya Iraqê ve biryar hat dayin ku wargehên Başûrê Kurdistanê bên girtin. Êzidiyên ku di wargehan de dimînin jî dibinin ku êdî yekane çareserî vegera ber bi Şengalê ye. Bi rojane konên wan dihatin şewitandin,jin dihatin revandin û zarok dihatin tecawîzkirin. Ji ber wê standina vê biryarê ji bo êzidiyên koçber jî baştir bû. Niha di kampan de ji wan re astengî derdikevin. Ji bo ku gel venegere Şengalê ji wan re astengî derdixin. Dixwazin ku wan di bin desthilatdariya xwe de bihêlin. Ji ber ku PDK niha li Şengalê lawaze û nikare êzidiyan têxe bin kontrola xwe. Ji xwe niha êzidiyên ku li Şengalê dimînin nikarin biçin Başûr û êzidiyên li Başûr jî nahêlin ku bên Şengalê. Dixwazin ku civakê bi vî şewazî ji hev veqetînin. Di wan kampan de bi rojane jin dihatin tecawîzkirin. Ew fermana ku 2014'an de nekarîn temam bikin dixwazin ku di kampan de temam bikin. Niha di kampên Başûrê Kurdistanê de hejmarek vegeriya ye û hejmara ku mayî jî rastî astengiyên PDK'ê tê. Dibêjin ku kesên ku nêzî hişmendiya Rêveberiya Xweser be em qebûl nakin vegerin Şengalê. Siyaseta 2014'an berdewam dike."   'DIVÊ KU GEL XWEDÎ LI RÊVEBERIYA XWESER DERBIKEVE'   Cîhan Celo, bal kişand li ser peymana 9'ê cotmehê û got ku armanc temamkirina fermanê bû û wiha got:"  Di sala 2020'an de li ser vê civakê peymana 9'ê cotmehê hate îmzekirin. Naveroka vê planê tasfiyekirina kes û hêzên ku li hemberî fermana 2014'an de li berxwe dayî bû. Armanc vê hêza ku li vir hatiye avakirin û gel ji hev qutkirin bû. Xwestîn ku Asayîşa Êzidxanê ji holê rakin û lawaz bikin. Li ser vê civakê 74 ferman hatine kirin û her tim jî xwe parastiye û dê biparêze jî. Ji aliyê PDK'ê ve helwesta me diyare. Ti carî hişmendiya wan em qebûl nakin. Êriş li ser Şengalê tê kirin lêbelê li hemberî vê ti helwesteke hikûmeta Iraqê jî nine. Aliyeke Başûrê Kurdistanê hatine dagirkirin lêbelê hikûmeta Iraqê dîsa bê helweste. Gelek hevdîtinên me bi hikûmeta Iraqê re çêbûne û diyar dikin ku tiştek ji destê wan nayê. Ji ber ku PDK piştgiriyê dide. Ti pêdiviya me bi van hikûmetan re nine. Çimkî me xwe bi xwe parast û me xwe bi xwe pergala xwe ava kir.Ew jî xwedî vê zanebûnê ne loma pêdivî bi vê peymanê dîtin. Em dikarin xwe bi perwerde bikin û birêxistin bikin. Ti hêviya me û bendewariya me bi hikûmetekî nine. Ji ber ku heta niha 13 dewleta fermana li ser êzidiyan weke qirkirin rqebûlkirin lêbelê yek tiştek jî ji vê civakê re nekirin. Hemû jî ji ber berjewendiyên xwe dikin.  Siyaseta me, rêya me ji derveyî berxwedanê tişteke din nine. Ji ber wê divê ku civaka me xwedî li Rêveberiya Xweser derbikevin."