AYM: Tu hukmê biryara betalkirina wekîltiya Atalay tune ye 2024-08-01 09:26:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo biryara betalkirina wekîltiya Parlamenterê TÎP’ê yê Hatayê Can Atalay got “Tu hukmê vê biryarê nîne.”    Tevî biryara binpêkirinê ya Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) jî dadgeha herêmî û 3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind di biryarên xwe de israr kirin û rê li ber betalkirina parlamenteriya Can Atalay vekirin. AYM’ê dîsa biryara binpêkirinê da. AYM’ê ji bo biryara 3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind û xwendina biryarê ya li Meclisê û betalkirina wekîltiya Can Atalay got: “Vê biryarê tu hukmê xwe nîne.”