Li Herêma Federe ya Kurdistanê peyamên ‘Hûn bi xêr hatin Tirkiyeyê’ tên avêtin 2024-08-01 09:55:51   ENQERE - Xebatkarê CPT’iyê Kamaran Osman anî ziman ku dema ew serdana Herêma Federea ya Kurdistanê kiriye jê re peyama ‘Hûn bi xêr hatin Tirkiyeyê’ hatiye avêtin û got: “Ev ne operasyonekî leşkerî ye, ev bi temamî dagirkerî ye.”   Tîmên Avakirina Aştiya Civakî (Community Peacemaker Teams-CPT), ev demekî dirêj e çeteleya êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê tên kirin, digire. Ji CPT’iyê Kamaran Osman ê di sêrê meha tîrmehê de çavdêriya êrişên belavî çolterên Amediyê ya Dihokê bûye di cih de çavdêrî kir. Osman derbarê çavdêriyên xwe de ji ajansa me re axivî.    DI MEHEKÎ DE 9 GUND HATIN VALAKIRIN   Osman bilêv kir ku ji ber êrişên Tirkiyeyê 68 donim erdê wî bêxêrûbêr bûye û da zanîn ku di navbera 15’ê hezîranê û 15’ê tîrmehê de xaniyê 19 malbatan ji hêla balefirên şer ve hatine bombebarankirin, 9 gund ji ber êrişan bi temamî hatine valakirin û 184 malbat neçarî koçkirinê mane.    ‘OPERASYON NÎN E DAGIRKERÎ YE’   Osman da zanîn ku li gorî çavdêriyên wî Tirkiye nêzî 40-45 kîlometreyan ketiye hundirê herêmê, gundê ku Tirkiye derdikeve operasyonê bi darê zorê gundiyan ji gun derdixe û ev tişt gotin: “Mirov nikarin biçin li gundên xwe, nikarin dakevin zeviyên xwe. Ev ne tenê operasyonekî leşkerî ye, ev bi temamî dagirkerî ye. Yek ji çavdêriyên min ev e leşkerê Tirkiyeyê gundên ku PKK tê de nîn e hedef digire. Ev rewş mirovan neçer dike ku gundên xwe biterikînin û di heman demê de zeviyên wan yên hatine çandin jî tên şewitandin.”    PEYAMÊN ‘HÛN BI XÊR HATIN TIRKIYEYÊ’   Osman bal kişand ser herêmên dîrokî û binesazîya wê ji ber êrişên Tirkiyeyê bondor bûne. Osman diyar kir ku dêrekî ji gundên filehan hatiye hedefgirtin, dibistanek jî hatiye bombebarankirin û wiha got: “Tirkiye her du kaniyên avê bombebaran kiriye û zirar daye şebekeya ceyranê. Lewma êdî mirov li herêmê bêyî ceyran mane. Tirkiye baregehên leşkerî ava dike, quleyên telekomînîkasyonê li cem van baregehan bi cih dike, ev jî tora li hêrêmê ya ragihandinê asteng dike. Ji ber vê yekê 110 gundan xwe gihandina şebekeya kurd û Iraqê de zehmetî tên jiyîn. Dema ez diçim Iraqê jî ji telefona min re 4 peyamên ‘Hûn ji Iraqê derdikevin, bi xêr hatin Tirkiyeyê” hatin.    ‘LI CIHÊ BAREGEHA TIRKIYEYÊ HEYE NAKIŞÎNE’   Osman bi bîr xist ku ji êrişên Tirkiyeyê yên ji sala 1991’an destpêkirine ber bi îro ve 704 sivîl an hatin kuştin an jî birîndar bûn. Osman destnîşan kir ku Tirkiye di navbera Herêma Federe ya Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dixwaze herêmekî tampon ava bike û axaftina xwe wiha domand: “Tirkiye ji sala 1991’an ber bi îro ve ji tu herêma ku ketiye, jê derneketiye û tu baregehên ku ava kiriye jî ranekir. Tirkiye baregehên ji bo şerê DAIŞ’ê ava kiriye, tevî ku pevçûnên bi DAIŞ’ê re dawî bûne jî vala nekir. Sînorên 100 sal berî niha hatine xêzkirin êdî derbasdar nîn in. Ji ber êrişên Tirkiyeyê êdî sînorekî me ya de fakto heye.”    BÊDENGIYA DEWLETAN A ‘BERJEWENDIYÊ’   Osman ser bêdengiya hikûmeta Iraqê û saziyên navneteweyî sekinî û wiha domand: “Heke Irak û Herêma Federe ya Kurdistanê vê rewşê şermezar nekin û tiştekî nebêjin, em ê çawa li bendê bin ku  Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Almanya, Fransa û hemû dewletên din vê rewşê şermezar bikin? Welatên ku şer li ser wan bandor kiriye, derbarê mijharê de nikarin tu tiştekî bêjin. Lê belê em wek CPT difikirin ku civaka navneteweyî di vê rewşê de xwedî exlaqekî du alî ye. Bêdengmayîna wan ne ji ber Tirkiye serweriya axa Iraqê binpê dike ye, ji ber Tirkiye şirîkekî baş ê wan e. Di hêla NATO û gelek mijaran de hevkariyên wan hene. Lewma her du alî jî ji ber berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî bêdeng dimînin.”   DÊ BI RAYEDARÊN IRAQÊ RE HEVDÎTINÊ BIKIN   Osman anî ziman ku ew bi rayedarên Herêma Federe ya Kurdistanê û şêniyên gundan re hatine cem hev. Osman got ku ew ê di rojên pêş de bi sefîrtiyên li Iraqê û bi rayedarên hikûmeta Iraqê re jî bên cem hev, dê derbarê çavdêriyên xwe yên êrişan ji wan re bêjin û wiha derbirî: “Em wek saziyekî sivîl xebatên xwe didomînin. Em hêvî dikin ki bi agahdarkirina reyedaran re em ê di jiyana mirovên li herêmê dijîn de guherînekî çêbikin. Lê heke ev yek pêk neyê, berpirsyarê sereke, yê ku tev li vî şerî bûne, yên ku bêdeng mane û mirovên di herêmê de piştgiriya şer dikin in.”    MA / Hîvda Çelebî