Li Pîranê 5 kes ji ber ‘govendê’ hatin binçavkirin 2024-08-01 10:38:12 AMED - Li navçeya Pîranê 5 kes bi hinceta ku li ber stranên kurdî govend gerandine hatin binçavkirin. Hat zanîn ku lêgerîna 2 kesan jî didome.    Di danê sibehê de li navçeya Pîranê ya Amedê bi ser gelek malan de hate girtin. Di serdegirtinan de herî kêm 5 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê. Hat zanîn ku welatî bi hinceta ku li ber stranên kurdî govend gerandine hatine binçavkirin. Di çarçoveya operasyonê de lêgerîna 2 kesan jî didome.