Îsraîl: Fermandarê Tûgayên Îzzetîn el Kassamê Deîf hate kuştin 2024-08-01 12:40:45   ENQERE - Îsraîlê ragihand ku fermandarê Tûgayên Îzettîn el Kassamê ku baskê çekdar ê Hamasê ye, Muhammed Deîf hatiye kuştin.    Îsraîlê ragihand ku serokê duyemîn ê Tûgayên Îzettîn el Kassamê ku baskê çekdar ê Hamasê ye, Muhammed Deîf li bajarê Han Yunus ê li başûrê Xezeyê hatiye kuştin.    Hêzên Parastinê yên Îsraîlê û servîsa nepen a Îsraîlê Şîn Bet, ragihand ku di encama lêpirsîna îstîxbaratê de, di encama bombebarana hewayî ya di 13’ê tîrmehê de li Han Yunusê hatiye kuştin.    DEÎF WEKE WEKE SEROKÊ TÛGAYA ÎZETTÎN EL KASSAM DIHAT NASKIRIN    Muhammed Deîf, serokê Tûgayên Îzettîn el Kassamê bû. Deîf, weke duyemîn rayedarê payebilind ê Hamasê dihat zanîn.