Gulmez: Dewlet çima provakasyonan dike? 2024-08-01 13:19:58   WAN - Cîgira Serokê Giştî yê PIA’yê Menîce Gulmez bertek nîşanî jêbirina nivîsên hişyariyên bi kurdî û binçavkirinên di çarçoveya gerandina govendan hatine kirin da û wiha got: “Heke dewlet dê bibe dewleta her kesekê divê dest ji xurandina birînan berde, başkirina bîrînan ve mijûl bibe.”    Jêbirina nivîsên hişyariyê yên bi kurdî û binçavkrinên ji ber gerandina govendan hatine kirin li Wanê hate protestokirin. Rêxistina Partiya Însan û Azadiyê (PIA) a Wanê li Cadeya Cûmhûriyetê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniyê de Cîgira Serokê Giştî ya PIA’yê Menîce Rumeysa Gulmez destnîşan kir ku çanda kurdan di bin êrişan de ye û wiha got: “Dewleta ku bi TRT Kurdiyê bingeha zimanê kurdî ava kiriye, çima bi şêwazên derveyî qanûnî nivîsên ‘pêşî peya’ jê dibe?”    Gulmez diyar kir ku govend û mizîk hêmayên girîng ên çanda kurdî  ne û ev tişt gotin: “Em bi hev re bipirsin ‘Gelo dewlet çima provakasyonan dike?’ Heke dewlet dê bibe dewleta her kesekê, divê dest ji xurandina birînan berde, başkirina bîrînan ve mijûl bibe. Heke yên van provakasyonan dikin çeteyên ketine di nav dewletê bin û heke dixwazin bi ser van kesan operasyonan li ser kurdan bimeşînin divê demildest ev rewş were ronîkirin.”