Instagram hate astengkirin 2024-08-02 08:38:15 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê platforma medyaya dijîtal Instagram hate astengkirin.    Saziya Teknolojiyên Agahî û Ragihandinê (BTK) ji 2’yê tebaxê ve Instagram asteng kir. Di menuya lêpirsîna agahiyên malperê ya BTK'ê de hat ragihandin ku biryara astengkirina Instagramê hatiye dayin. Têkildarî sedema astengkirinê û rakirina qedexeyê tu agahî nehatin dayin.    Bikarhinêrên medyaya dijîtal ên li Tirkiyeyê ji ber biryara astengkirinê bi zehmetî xwe digihînin Instagramê.