Li Rezanê du welatî bi şer ketin 2024-08-02 08:49:40 AMED -  Li navçeya Rezanê di navbera du welatiyan de şer derket û kesek birîndar bû.    Li taxa Mûradiye ya navçeya Rezan a Amedê di navbera welatiyên bi navên Mehmet Kaya û Şehmûz Kaya de nîqaş derket û demek piştre nîqaş veguherî şerê bi çekan. Di şer de Mehmet Kaya ji zikê xwe birîndar bû. Kaya, bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê.    Piştî şer, gelek polîs û notirvan li cihê bûyerê hatin veguhestin. Welatiyên li derdorê bi gotinên “Hûn heta niha li ku bûn? Hûn çima piştî rewş aram dibe tên? Dema her kes bi rehetî bi çekan digere û tiryakê difiroşe hûn li ku ne?” bertek nîşan dan.    Hat zanîn ku tedawiya Kaya li nexweşxaneyê didome û rewşa wî giran e.