ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2024'AN 2024-08-02 09:00:02 * Sual Seyfo Xelef ya ku esîr ket û di sala 2019'an de ji Qampa Holê hat rizgarkirin, niha li benda rizgarkirina keça xwe ya 12 salî ye.    * Cerdevanên li herêma Bêtkarê ya navçeya Qilebanê rojane 600-700 tonên daran dibirin û dişînin bajarên cuda.    * Serokê Komîsyona Ziman a Baroya Amedê Mehmet Fîdan got ku jêbirina nivîsên bi kurdî “derqanûntî” ye û wiha got: “Di qanûnan de ji bo xizmeta bi zimanê kurdî tu astengî tune ne.”   * Nobeta ku Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê li Qada Şîşhaneyê ya li Beyoglû ya Stenbolê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê di roja 50’î de berdewam kir. Di nobetê de peyama, “Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin” hat dayîn.   * Endamên Koma Hevrayê ku behsa girîngiya govendên kurdî kirin, gotin: "Em bi her awayî xwedî li dîlanên xwe derkevin. Govendgerandin awayê berxwedana me ye."    * Nûnerên SODAP û SYKP'ê diyar kirin ku rabûna li ber polîtîkayên şer û polîtîkayên dijberî kurdan ên desthilatê berpirsiyariyeke rêgezî ye û gotin: "Em dikarin bi xurtkirina têkoşîna li dijî êrişan pêşî li êrişan bigirin."    * MYK’a DEM Partiyê dê têkildarî geşedanên di rojevê de li Wanê bicive. (10.00)   * Xizmên girtiyan dê li Edene û Mêrsînê çalakiyên “Deng bide azadiyê” li dar bixin. (14.00)   * ÎHD dê li gelek bajaran “Nobeta Aştiyê” bigire. (14.00)    * Çalakiyên nobetê yên li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê hatine destpêkirin dê bidomin. (19.00-22.00)   * MED-DER, dê li navçeya Rezan a Amedê çalakiyên ziman li dar bixe. (19.30)