Erdogan li ser Instagram a hatiye astengkirin peyam parve kir! 2024-08-02 12:22:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomar Tayyîp Erdogan li ser Instagramê ku ji hêla BTK’ê ve hatiye astengkirin peyama “Îna we bixêr” parve kir û piştî bertekan dîsa jêbir.    Saziya Teknolojiya Agahdarkirin û Ragihandinê (BTK) ji 2’yê tebaxê ve Instagram asteng kir. Di kêliyên ku tu kesî nedikariya xwe bigihîne Instagramê de serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan li ser hesaba xwe peyamek parve kir. Di peyama xwe de got “Îna we bixêr be.” Piştî bertekan, Erdogan dîsa kete malpera qedexekirî û peyama xwe jêbir.