"Her kes bila bibe mamosteyê zimanê xwe' 2024-08-02 21:35:50   AMED – MED-DER û Enstîtuya Kurdî ya Amedê di çalakiya li dijî ziman û çanda kurdî de wiha bang kirin: "Her kes bila bibe mamosteyê zimanê xwe."    Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) û Enstîtuya Kurdî ya Amedê, li Parka 75 a li navçeya Peyas  a Amedê li dijî êrişên li ser kurdî çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de helbest hatin xwendin, alfabeya kurdî hat nişandan û li ber stranên kurdî govend hat gerandin. Nûnerên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û rêxistinên civaka sivîl beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta lis er "Her dem kurdî her der kurdî" li xwe hat kirin.   Ji rêveberên MED-DER'ê Ramazan Polat anî ziman ku strangotin û govendgerandin mafê her mirovî ye û got: "Em mafê her zimanî diparêzin." Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Naîfe Yîgîtê jî kes nikare kurdî qedexe bike û got: " "Her kes bila bibe mamosteyê zimanê xwe."   Çalakî bi stranên kurdî û govenda gerandinê bi dawî bû.