Li Îranê di mehekê de herî kêm 55 girtî hatine darvekirin 2024-08-03 07:14:41 NAVENDA NÛÇEYAN- Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, ragihand ku rejîma Îranê di meha Tîrmehê de 55 girtî bi dar ve vekirine.  Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, rapora xwe ya meha Tîrmehê ya têkildarî binpêkirinên mafan ên rejîma Îranê ragihand. Li gor raporê, di meha Tîrmehê de rejîma Îranê 15 girtî bi dar ve vekirine.    Di raporê de hat destnîşankirin ji kesên hatine darvekirin nasnameya 49 kesan hatiye eşkerekirin û lêkolînên ji bo tespîtkirina nasnameya 6 girtiyên din didome. Hat ragihandin ku ji kesên hatine darvekirin 14 jê tirk, 8 jê belûc, 6 jê kurd, 3 jê gilakî û 3 jê jî lor in. Her wiha hat diyarkirin ku herî kêm 7 afxan jî hatine bidarvekirin.    Li gor raporê di meha Tîrmehê de herî zede girtî li girtîgehên li Başûrê Xorasan û Rezervî Xorsanaê hatine darvekirin.