Dayikên Şemiyê ji bo Suleyman Cîhan banga edaletê kirin 2024-08-03 14:31:29   STENBOL - Dayikên Şemiyê yên li Qada Galatasarayê kom bûne destnîşan kirin faîlên Suleyman Cîhan ê di bin çavan de hatiye qetilkirin dihatin zanîn  û wiha gotin: “Faîl bi hinceta “demboriyê” hatin  parastin.”   Dayik/Mirovên Şemiyê bi daxwaza aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin, û faîlên wan werin darizandin, di hefteya hezar û 10’emîn a çalakiya xwe de hatin Qada Galatasarayê. Tevî gelek parastvanên mafên mirovan, Endamê MYK’a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mûsa Pîroglû jî tev li çalakiyê bû. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Suleyman Cîhan (31) ê di rêwîtiya xwe ya ji Edîrneyê ber bi Stenbolê dihat de ji hêla polîsên sivîl hatiye binçavkirin û qetilkirin hate pirsîn.    Îkbal Eren di daxuyaniyê de çîroka Cîhan xwend î wiha got: “Suleymen Cîhan ê bavê du zarokan bû, mamostetiyê dikir. Di heman demê de di Dibistana Bilind a Endezyariyê ya Galatasarayê de xwendekar bû. Di dema Darbaya Leşkerî ya 12’ê Îlonê de derbarê wî de biryara lêgerînê hate derxistin. Cîhan dema di 19’ê tîrmeha 1981’an de ji Edîrneyê dihat stenbolê ji hêla polîsên sivîl ve li nêzî Stenbolê hat sekinandin û wî birin Şaxa 2’yem a Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ya li Xana Sansaryan. Roja paştir jî wî sewqî Şaxa Siyasî ya li Gayrettepeyê kirin.    ÎDIAYA DI PEVÇÛNÊ DE HATE KUŞTIN   Eren anî ziman ku dema ji Cîhan agahî nehat girtin, xizmên wî serî li Midûriyeta Polîsan û dozgeriyê dane, ji wan re hatiye gotin ku Cîhan ne di bin çavan de ye û axaftina xwe wiha domand: “Lê belê malbat û parêzerên wî bi israr lêgerîna xwe domandin. Şahidên ku Cîhan dema dihat îşkencekirin de dîtine, bi israr ji şandeya dadgehê re pirsa “Çi bi Suleyman Cîhan hat?” pirsîn. Li gel israra hatiye kirin midûriyeta polîsan daxuyanî da û îdia kir ku cîhan di pevçûnê de jiyana xwe ji dest daye. Dema derbarê vê agahiyê de tu delîl nehatin dîtin, vê carê gotin ku dema ew di bin çavan de cih nîşanî wan daye xwe ji qata 6’emîn avêtiye. Lê belê di rapora wî ya otopsiyê de agahiyên ku beyî ku ji qata 6’emîn bikeve, hatiye kuştin cih digirtin. Herwiha rapora hatibû amadekirin, bi dîroka 30’ê tîrmeha 1981’an hatibû amadekirin. Lê belê gelek şahidên ku cîhan piştî wê dîrokê li midûriyeta polîsan dîtibûn hebûn.”    RASTÎ PIŞTÎ 85 ROJAN DERKET HOLÊ   Eren da zanîn ku bi israra 85 rojan a malbatê, şahid û parêzerên Cîhan, rastî derket holê û axaftina xwe wiha domand: “Suleyman Cîhan piştî li Stenbolê hate girtin bi rojan di Şaxa Siyasî ya Midûriyeta Polîsan a Stenbolê de îşkence dît û piştre hate qetilkirin. Laşê wî ji bilindahiyê de avêtin û xwestin wekî xwe kuştiye, bidin nîşandan û di Goristana Zîndanarkasi de wekî ‘kesê ku nasnameya wî nediyar’ hate veşartin. Malbat û rojnameger Kurşat Îstanbûllu ên bi ser şopa bûyerê sekinîn û midûriyeta polîsan gefên giran li wan xwarin. Tevî ku kesên Suleymen Cîhan di bin çavan de û di kêliya ji bilindahiyê de hatiye avêtin dîtine hebûn jî û tevî delîlên şênber faîl bêyî ceza hatin hiştin, dosye di çarçoveya “demboriyê” de hate girtin. Faîlên dihatin zanîn bi bêcezahiştinê hatin parastin.”   ‘FAÎL BI DEMBORIYÊ HATIN PARASTIN’   Eren di berfirehiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Malbat û parêzer ji bo dosye careke din were vekirin di 2012’an de serî li Serdozgeriya Komarê ya Kadikoyê dan, bi delîlên zêde yên bi dest ketine re xwestin derbarê kesên navên wan dane de doza cemaweriyê were vekirin. Di dosyeyê de rapora Prof. Dr Şebnem Korûr Fîncanci ya di Saziya Tipa Edlî ya Fakulteya Tipê ya Cerrahpaşayê ji daneyên rapora otopsiyê derxistiye jî cih girt. Di raporê de agahiyên ku Cîhan beriya were avêtin, hatiye kuştin jî cih girtin. Dosye ji demê re hate hiştin, tevî ku dozger jê qaneh bû ku Cîhan bi îşkenceyê hatiye kuştin, pêvajoya ‘demboriyê’ xistin dewrê. Faîl û berpirsyarên tên zanîn careke din hatin parastin.”     Eren axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Çend sal bi ser derbas bibin bila derbas bibin, em ê ji bo Suleyman Cîhan û hemû windayên xwe dest ji xwestina edaletê bernedin û em ê bînin bîra dewletê ku neçare ku di çarçoveya rêgezên qanûnî de tevbigere.”