Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û komkujî şermezar kirin 2024-08-03 16:08:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes bi boneya 10’emîn salvegera Komkujiya Şengalê daketin qadan û komkujî şermezar kirin. Welatiyan banga peyamên piştgiriya bi Rêveberiya Xweser a Şengalê re dan.    Bi boneya 10’emîn salvegera Komkujiya Şengalê ya 3’yê Tebaxa 2014’an, bi hezaran kes li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa, Tirbespiyê, Qamişlo, Amûdê, Til Hemîs, Minbic, Tirbespiyê û Kobanê daketin qadan û komkujî bi tundî şermezar kirin.    Welatiyên êzidî, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, partiyên siyasî, endamên saziyên civaka sivîl û rûspiyên kurd û ereb û bi hezaran welatî beşdarî çalakiyan bûn. Di çalakiyên de wêneyên qurbaniyên Komkujiya Şengalê, alên Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê û wêneyên balê dikişînin ser berxwedana HPG, YPJ û YPG’ê yên rizgarkirina Şengalê û pankartên “Erdogan û DAIŞ rûyên yek madalyonê ne" û "Na ji qirkirina civaka êzidî re" hatin hildan.   BANGA ‘RÊVEBERIYA XWESER A ŞENGALÊ NAS BIKIN’ HAT KIRIN   Di daxuyaniyan de hate gotin ku divê Rêveberiya Xweser a Şengalê were parastin û piştevanî jê re were kirin. Di daxuyaniyê de îşaret bi peymana 9’ê Cotmeha 2020’an ku hikûmeta Bexdayê û PDK ‘ê bi sponseriya dewleta tirk li dijî rêveberiya Şengalê îmze kiribû, hate kirin. Hate diyarkirin, divê peyman were betalkirin û Rêveberiya Xweser a Şengalê were naskirin.   ‘CIVAKA ÊZIDÎ JI BO PÊŞÎLÊGIRTINA FERMANÊN NÛ XWE BIRÊXISTIN KIRIYE’   Li bajarê Amûdê jî bi heman boneyê meşek ji aliyê Mala Êzidiyan a Kantona Cizîrê ve hat lidarxistin. Di axaftinên meşê de hate gotin ku civaka êzidî ji bo pêşîlêgirtina fermanên nû, xwe birêxistin kiriye.    SEMÎNER HATE DAYIN   Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava jî bi heman boneyê li Tirbespiyê semînerek li xist. Di semînerê de hate diyarkirin ku civaka êzidî li hemberî hewldanên PDK û dewleta tirk, têkoşîna xwe didomîne.