Bîlançoya şer a meha tîrmehê hat eşkerekirin 2024-08-04 11:40:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Bîlançoya şerê meha tîrmehê hate eşkerekirin. Li gorî bîlançoyê di tîrmehê de SÎHA’yek û 2 helîkopterên dewleta tirk hatin xistin û 56 leşker jî hatine kuştin.    Êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê hatine destpêkirin bênavber didomin. Li gorî nûçeya ANF’ê; HPG’ê bîlançoya şer eşkere kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku dewleta tirk di tîrmehê de li gel bombebaran û operasyonên bêhejmar ên li bakurê Kurdistanê, di heman demê de Herêmên Parastinê yên Medyayê jî 345 caran bi balafirên şer, 52 caran bi helîkopteran, 2 caran bi bombeyên taktîk nukleerî, 64 caran bi bomeyên qedexekirî, carekê bi droneya bombebarkirî û 56 caran jî bi çekên kîmyewî êriş kirine.    HPG’ê da zanîn ku di êrişan de 11 endamên wan jiyana xwe ji dest dane. Bi domdarî hat gotin ku hêzên wan jî 27 jê çalakiyên hewayî û 178 ên bejahî bi giştî 205 çalakî li dar xistine. Hat diyarkirin ku di çalakiyan de 56 leşker hatine kuştin ku ji wan 2 jê payebilindin û 46 leşker jî birîndar bûne.    Her wiha HPG’ê got ku hêzên wan SÎHA’yeke Aksungurê, 2 helîkopterên Skorsky, 6 wesayîtên zirxî yên kîrpiyê, wesayîteke leşkerî ya bizirx, 2 vînç û 2 kamyon jî di nav de gelek alavên leşkerî rûxandine û gelek jî derb kirine.