Komên paramîlîter li Efrînê 4 welatî revandin 2024-08-04 12:46:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa tirk û komên wê yên paramîlîter li Efrînê 4 welatî revandin. Komên paramîlîer ji bo berdana welatiyan ji malbatên wan fîdye xwestin.    Binpêkirinên dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê yên li bajarê Efrînê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Li gorî nûçeya ANHA’yê; koma paramîlîter a bi navê Sûltan Mûrad, di 1’ê tebaxê de 4 welatiyên ji navçeya Cindirêsê ya Efrînê revandin.    Hat zanîn ku kesên hatine revandin Hesen Elî Elî (47) û Mihemed Elî Elî (33) û 2 kesên din ji bajarê Sûriyeyê Hemayê ne. Çavkaniyên herêmî dan zanîn ku her 4 welatî li girtîgeha li bajarokê Bilbilê li cem serçeteyê bi navê Ebû Mehmûd El Esmer tên ragirtin. Çavkaniyan got ku komên paramîlîter ji bo berdana welatiyan ji malbatên kesên hatine revandin fîdye xwestine.