Hevserokên TUHAYDER’ê hatin berdan 2024-08-04 17:09:44   ÎZMÎR - Hevserokên Ege TUHAYDER’ê Nîlay Guleser û Dîlaver Keklîk hatin berdan.    Hevserokên Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (Ege TUHAYDER) ên di 31’ê tîrmehê de hatine binçavkirin, hatin berdan. Hevserok piştî karûbarên li emniyetê, sewqî edliyeyê hatin kirin. Herdu hevserok bi îdiayên “Endamtiya rêxistin” û “fînansekirina rêxistinê”  bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Sulh Cezayê ya Nobedar a Îzmîrê hatin kirin. Hevserok piştî di dadgehê de parastinên xwe kirin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.     Di heman operasyonê de 6 kes hatibûn binçavkirin û 4 kes berî niha hatibûn berdan.