Tedawiya girtiya siyasî ya nexweş tê astengkirin 2024-08-05 09:29:25 AGIRÎ - Hevşaredara Bazîdê ya berê Delal Tekdemîr ku di Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê de ye û protez di her du çongên wê de ne, nayê dermankirin.    Hevşaredara Bazîd a Agiriyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Delal Tekdemîr tevî pirsgirêkên tenduristiyê jî nayê tedawîkirin. Tekdemîr, di 5'ê sibata 2017'an de hate girtin û bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" 6 sal û 10 meh û 15 roj cezayê hefsê lê hate birîn. Di sala 2018'an de tehliye bû û piştî Dadgeha Bilind cezayê wê erê kirî, di sala 2022'yan de dîsa hate girtin. Tekdemîr, niha li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin. Beriya bikeve girtîgehê emeliyat bûbû û protez xistibûn çongên wê. Lewma êşên giran dijî.   'DI ÇONGÊN WÊ DE PROTEZ HEYE'   Birayê Tekdemîr, Mehmet Tekdemîr anî ziman ku xwişka bi awayeke derhiqûqî hatiye girtin û wiha got: "Nêzî du sal û nîvan di Girtîgeha Wanê de ma. Protez di her du çongên wê de hene. Her wiha guatr pê re heye û bêhna wê diçikê. Piştî nexweşînên wê giran bûn hat berdan. Lê di sala 2021'ê de cezayê wê li Dadgeha Bilind hat erêkirin û li Stenbolê hate girtin. Xwişka min li girtîgehê nayê dermankirin. Li girtîgehê gelek girtiyên pençeşêr li wan peyda bûne hene û çendî raporên wan hene jî nayên berdan."    Tekdemîr destnîşan kir ku Saziya Tiba Edlî (ATK) alîgir e û di bin bandora siyasetê de maye û li gorî talîmatan tevdigere. Tekdemîr, wiha domand: "Daraz hemû di destê AKP-MHP'ê de ye. Bêyî talîmatan nikarin biryaran bidin. Girtiyan derman nakin û wan bernadin. Kujer û dizan berdidin lê kesên ji bo azadiyê têdikoşin ceza dikin. Divê raya giştî di warê girtiyên nexweş de hesas be. Pêşî divê gelê kurd hesas be. Divê tu hêviya wan ji dewletê tune be."