Li Cizîrê ji ber germahiyê kolan vala man 2024-08-05 15:02:01   ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê germahiya hewayê bû 44 pile. Ji ber germa, gelek esnafan dikanên xwe venekirin û kolan vala man.   Navçeya Cizîra Şirnexê ku her sal li seranserê Tirkiyeyê û Kurdistanê rekora germahiya hewayê nû dike. Îro germahiya hewayê ji hêla termometreyan ve wek 44 pile hate pîvandin. Lêbelê, ya ku tê hîskirin 50 pile ye. Li navçeyê ji ber germahiya hewayê, gelek esnafan derabeyên dikanên xwe venekirin. Ji germa welatî derneketin û kolan jî vala man. Li navçeyê jiyan bi temamî rawestiya. Pîspor ji ber germahiyê welatiyan hişyar dikin ku bi qasî lezgîn nebe bila ji malên xwe dernekevin.