Hatimogûllari: Bila biryarên DMME’yê bên sepandin Bakirhan: Divê Can Atalay demildest bê tehliyekirin 2024-08-05 15:08:43 STENBOL - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari û Tuncer Bakirhan piştî serdana girtiyên ji doza Geziyê daxuyanî dan û bang kirin ku biryarên DMME’yê bên sepandin û girtî bên tehliyekirin.  Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatimogûllari û Tuncer Bakirhan çûn Girtîgeha Marmarayê (Sîlîvrî) û serdana Hevşaredarê Wanê yê berê Bekîr Kaya, girtiyên doza Geziyê Osman Kavala, Tayfûn Kahraman, Can Atalay û Selçûk Kozagaçli kirin. Hatîmogûllari û Bakirhan piştî hevdîtina li girtîgehê li pêşiya girtîgehê daxuyaniyê dan çapemeniyê.    HATIMOGÛLLARI: GEZÎ NAYÊ DARIZANDINÊ    Hevserok Tulay Hatimogûllari destnîşan kir ku çalakî û doza Geziyê wîjdanê civaka Tirkiyeyê bû û wiha got: “Bi milyonan kes beşdarî berxwedana Geziyê bûn. Dixwazin heyfa berxwedana Geziyê ji girtiyên li Silîvriyê û li girtîgehên din tên ragirtin, bigirin. Dixwazin heyfê ji Osman Kavala, Çîgdem Mater, Can Atalay bigirin. Ne mimkûn e ku ev bê qebûlkirin. Gezî nayê darizandin, bi milyonan kes nayê darizandin.    Em hemû qurbaniyên berxwedana Geziyê bi bîr t înin. Biryarên doza Geziyê û Kobanê ji hev qut nîn in. Mantiqê ku ceza li Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş birî û mantiqê ceza li doza Geziyê birî heman in. Lewma berxwedana me ji Geziyê heta Kobanê dirêj dibe.    BILA BIRYARÊN DMME’YÊ BÊN SEPANDIN    Doza Geziyê û Doza Kobanê dozên şerma daraza Tirkiyeyê ne. Divê ji ber van dozên şermê daraz nikare derveke nava xelkê. Ji îdianameyên her du dozan bigirin heta naveroka wan û biryarên li ser wan hatine dayîn vikûvala ye. Ji ber tweetekê bi dehan sal ceza li îradeya bi milyonan kes birîn. Ne mimkûn e ku ev bê qebûlkirin. Heke ku Tirkiye aliyê Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye bila tiştên pêwîst bîne cih. Divê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bên sepandin.   Em êdî ji vê siyaseta cihêkirin û dubendiyê ya li Tirkiyeyê re dibêjin bes e. Divê ev her du doz jî ji nû ve di ber çavan re bên derbaskirin.”   BAKIRHAN: GEZÎ NAYÊ DARIZANDIN   Hevserokê Giştî Bakirhan bilêv kir têkoşîna Geziyê îtîraza li dijî şaşî, qirkirina xwezayê, bêheqî û edaletê ye û wiha got: “Lewma hûn nikarin eywanên ku Geziyê bidarizînin peyda bikin. Ji ber li wir bi mîlyonan kes hene. Heke hûn ê Geziyê bidarizînin, divê hûn jinan, ciwanan, xwezahezan, tirkan, kurdan, elewiyan bidarizînin. Sedema gotina hûn nikarin Geziyê bidarizînin jî ev e. Gezî nayê darizandin ji ber li Geziyê tu sûc nîn in. Seknekî li dijî qirkirina xwezayê, berxwedanek hebû. Heke yekî ku di Geziyê de were darizandin hebe ew jî yê ku Geziyê veguherandiye dojêhê ne. Yên ku xaza îsotê û panzeran li gel reşandine ne. Yên ku mirovan di nava kolanan de birîndar kirine û li wan deran hiştine ne.”    Bakirhan anî ziman ku divê girtiyên doza Gezî û Kobanê divê werin berdan û wiha pê de çû: “Bawer bikin bi qasî ku dozên Gezî û Kobanê hebin dê Tirkiye li cihê xwe bimîne. Wekî duh, em ê îro jî piştevaniya hevalên xwe yên ji doza Geziyê ceza girtine bikin. A herî girîng girtiyê Geziyê Can Atalay ê wek parlamenter hatiye hilbijartin e û divê were berdan. Dadgeha Destûra Bingehîn ev du car e biryar Dadgeha Bilind daye betal dike. Cihê Can ne girtîgeh e, parlamento ye. Ez bang li Serokê Meclisê dikim ku bila peywira xwe pêk bîne. Mafên Can û parlamenteriya wî divê bidin wî.”   Bakirhan axaftina xwe wiha domand: “Ez doz şermezariya Tirkiyeyê ye. Ev doz nîşaneyên herî baş in ku li Tirkiyeyê demokrasî nîn e. Divê demildest desthilat jî ji encamên derketine holê dersa xwe bigire, li şûna muxalîfan neheqî û derveyî hiqûqî bidarizîne, ji bo darazaekî biryarên bêhtir demokratîk dide ava bike çi ji destê wan tê pêk bîne.”