Bacên gumrikê hatin zêdekirin 2024-08-06 08:34:27 NAVENDA NÛÇEYAN - Baca danûstandinên bi rêya kargoya derveyî welat tên kirin hate zêdekirin. Biryar dê di 21’ê tebaxê de bikeve meriyetê.  Bi “Biryara Têkildarî Guherînên di Biryara Têkildarî Cîbicîkirina Hinek Madeyên Qanûna Bacê ya Hejmar 4458’ê” re baca danûstandina bi rêya kargoyê ya derveyî welat hate zêdekirin.    Li gorî vê; baca ji bo alav û amûrên ji welatên Yekitiya Ewropayê (YE) tên ji sedî 20’ê derket ji sedî 30’ê, baca tiştên ji welatên din tên jî ji sedî 30’ê derxistin ji sedî 60’ê.    Rêjeya danûstandinên derveyî welat ên bêyî bac jî ji 150 euroyan daxistin 30 euroyan.    Bi vê biryarê re ji bo danûstandinên bi ser 30 euroyê re dê bac bê standin.    Biryar dê di 21’ê tebaxê de bikeve meriyetê.