ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2024'AN 2024-08-06 09:00:03   * Ji rêveberên KNK’ê Adem Uzun diyar kir ku ew ê di qonaxa nû ya kampanya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” ji bo parlamentoyên herêmî û navneteweyî û NY’yê bixin tevgerê dê bikevin nava hewldanan.    * Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan ku di nav şandeya serdana Herêma Kurdistanê kirin de cih digirt diyar kir ku di hevdîtinên pêk anîn de fikra yekitiya neteweyî derketiyê pêş û got di hevdîtinên wan de daxwaza hevpar a avakirina yekitiya neteweyî ya kurd hatiye kirin.    * Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî Remziye Alparslanê da xuyakirin ku êrişên li ser ziman û çanda kurdî dewama feraseta berê ye û got: "Divê em bi berbelavkirina kurdî bersivê bidin van êrişan."   * Dayika Bayram Kaymaz ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Tekîrdagê girtî, diyar kir ku di telefonê de bi kurdî bi kurê xwe re axiviye, axaftina wan hatiye birîn û got ku binpêkirinên mafan ên rû didin bênavber didomin.    * Li Taxa Kulapli ya Curnê Reşê ji ber qutkirina ceyranê û ziwabûna bîrên avê, piraniay firingiyan hişk bûn. Ji ber vê hilberîner xisirîn û karker jî ji ber ku beramberiya keda xwe bi dest nexistin gazinc kirin.    * Endamê DEM Partiyê Yuksel Mûtlû ku pergala “hevserokatiyê” ya paradîgmaya tevgera siyasî ya gelê kurd e nirxand, got: “Pêwîst e mirov xwe ji kodên dewletparêziyê dawerivîne. Pergala hevserokatiyê, jehrkujiya vê ye. Hevserokatî, berhema xebata kolektîf a jin û mêr e. Ev, kolektîfîzm û komunê pêş dixe."   * Yek ji navendên sewalkariyê jî Agirî ye û li Bazara Sewalan a bajêr firotina pez ji sedî 50 ketiye. Sewalkar dibêjin ku berpirsyarê vê rewşê îktîdar e û dan zanîn ku gelek kesan îflas kirine.    * SES dê têkildarî pirsgirêkên li qada tenduristiyê diqewimin li navenda giştî ya li Enqereyê daxuyanî bide. (12.00)    * Şaxa OHD'ê ya Îzmîrê dê rapora binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Herêma Egeyê qewimîne li avahiya xwe eşkere bike. (12.30)    * Meclisa Dayikên Aştiyê dê li navçeya Qosera Mêrdînê têkildarî êrişên li ser başûrê Kurdistanê daxuyanî bidin. (14.00)   * Çalakiya nobeda li dijî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê dê li Qada Şîşxaneyê ya navçeya Beyoglûya Stenbolê hatiye destpêkirin, berdewam bike. (20.00-22.00)