Mûtlû: Wê têkoşîna ji bo hevserokatiyê netew-dewletê bihejîne 2024-08-06 09:07:18 WAN - Endamê DEM Partiyê Yuksel Mûtlû ku pergala “hevserokatiyê” ya paradîgmaya tevgera siyasî ya gelê kurd e nirxand û got: “Pêwîst e mirov xwe ji kodên dewletparêziyê dawerivîne. Pergala hevserokatiyê, jehrkujiya vê ye. Hevserokatî, berhema xebata kolektîf a jin û mêr e. Ev, kolektîfîzm û komunê pêş dixe." Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Partiya Wekhev û Demokratîk a Gelan (DEM Partî), li Wanê "Komxebata Rêveberiyên Herêmî" li dar xist. Di du rojên ewil ên komxebatê de ku di navbera 1-4'ê Tîrmehê de hat lidarxistin, hevşaredarên jin kom bûn. Di komxebatê de ji qeyûman bigire heya pergala hevserokatiyê gelek mijar hatin gengeşekirin.    Hevşaredara berê ya Akdenîzê Yuksel Mûtlû ku di sala 2014'an de hat hilbijartin û di sala 2016'an de bi tayînkirina qeyûmê ji wezîfeyê hat dûrxistin, armanca temsîliyeta wekhev a bi tayînkirina qeyûman hedef tê girtin nirxand.   'HEVSEROKATÎ HAT TERORÎZEKIRIN'   Mûtlûyê da zanîn ku tevgera jinên kurd bi pratîkeke ku feraseta tekparêz, zayendperest û desthilatdar a netew-dewletê serobino bike dest bi xebatên siyasî kir û got ku pergala "hevserokatiyê" jî di encama vê têkoşînê pêk hatiye. Mûtlûyê anî ziman ku dewletê di partiya siyasî de dest nedaye hevserokatiyê, lê di şaredariyan de mudaxile kiriye û got: “Ji ber ku demokrasî ji rêveberiyên herêmî dest pê dikir. Ji ber ku herêm dînamîktir, bi hêztir, cudatir e û jin ji wir azad dibû. Cudahiyên herêmî qebûl dike û dihewîne. Lê belê hikûmetên navendî ne wisa ne, ew timî wesayetê li ser gelên herêmê ava dikin. Me jî li dijî vê yekê nerazîbûn nîşan da. Me têkoşîna jinan bi pergala hevserokatiyê re çiqas zêde kir, nerehetiya wan zêdetir bû. Di encamê de ez vê dibêjim; Desthilatdariya serdest a mêr nexwest desthilatdariya wê bi pergala hevserokatiyê biheje. Ji ber vê sedemê jî desthilat ji bo pêşî li ber siyaset, reng û zimanê jinê bigire, hevserokatiyê terorîze kir."    'QEYÛM DARBE YE'   Mûtlûyê anî ziman ku civakê hevserokatiyê qebûl kiriye û ji vê ji zû de ye ji bo vê pergalê amade bûye û got: "Civak dibêje 'Ez bi edaleta jinê bawer im.' Bi giştî di civakê de nêrînek wiha heye. Lê belê pergala serdest ji ber vê yekê nerihe dibe û naxwaze jin rêveber. Dema ku têkoşîna jinan li herêmê mezin bû û wekheviya jin û mêr bi meclis û komunên jinan pêk hat, ev desthilatdariyê nerihet kir. Yek ji sedemên bingehîn ên desteserkirina qeyûman, derbeya li têkoşîna azadiya jinê ye. Li mafê hilbijartinê û hilbijartinê yê jinan darbeyek hat kirin. Ji ber vê yekê; vê hikûmetê mafê hilbijartinê nas nekir û qanûna ku derxistibû desteser kir. Ev qeyûm di heman demê de darbeyek e li siyaseta jinê. Me ev yek dît û jiya."   Mûtlûyê bal kişand ku ger têkoşîna hevserokatiyê xurt bibe dê mejiyê netew-dewletê bihejîne û got ku qada îcrakirinê ya rêveberiyên herêmî gelekî mezin e û wê destkeftiyên herî mezin ên jinan di rêveberiyên herêmî de pêk bên.   Mütlüyö got: “Pêwîst e mirov xwe ji kodên dewletparêziyê dawerivîne. Pergala hevserokatiyê, jehrkujiya vê ye. Hevserokatî, berhema xebata kolektîf a jin û mêr e. Ev, kolektîfîzm û komunîzmê pêş dixe."