Ji ber ku bi kurdî axivî hevdîtin hat bidawîkirin 2024-08-06 09:09:34 ÎZMÎR - Dayika Bayram Kaymaz ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Tekîrdagê girtî, diyar kir ku di telefonê de bi kurdî bi kurê xwe re axiviye, axaftina wan hatiye birîn û got ku binpêkirinên mafan ên rû didin bênavber didomin.  Bayram Kaymaz ê 30 sal in girtiye û li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê dimîne, di 2'yê Tebaxê de bi dayika xwe Medîne Kaymaz (82) re bi telefonê axivî. Kaymaz di axaftina bi telefonê ya ku nêzî 10 deqeyan dom kir de behsa binpêkirinên mafan ên li girtîgehê zêde dibin kir. Bayram Kaymaz diyar kir ku bi taybetî zextên li ser zimanê kurdî zêde bûne û li girtiyên bi kurdî diaxivin cezayên wekî lêpirsîn û qedexeya ragihandinê tên birîn.   Medîne Kaymaz   QEDEXEYA FIÎLÎ   Dayika Medîne Kaymazê diyar kir ku girtiyên li Tekîrdagê bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin û got: "Li ser zimanê kurdî bi awayekî fiîlî qedexe heye. Destûr nadin ku girtî kovar û pirtûkên ku bi xwe nivîsandine jî bixwînin. Kurê min got, 'Xwendina me ya pirtûkan jî tê astengkirin.' Nîvê şevê diavêjin ser qawîşan û her derê belawela dikin. Rihetiyê nadin, tim zilmê dikin. Li girtîgehan polîtîkayeke zilmê ya mezin heye."    JI BER KU BI KURDÎ AXIVÎN TELEFON HAT GIRTIN   Kaymazê got: "Heta ku mafê me yê telefonê jî astengkirin. Ji ber ku em bi kurdî axivîn, bêyî 10 deqeyê me temam bibe hevdîtina me hat bidawîkirin. Ji bo telefonê rojeke diyar nîne. Girtî kengî bixwazin dikarin bi malbatên xwe re bigerin. Li girtîgehê der barê girtiyan de ku bi kurdî diaxivin lêpirsîn tê vekirin. Çawa ku li derve zilm û zordarî li ser zimanê kurdî û kurdan heye, li hundir heman tişt heye. Berpirsê van binpêkirinan midûrê girtîgehê ye. Ger tiştek bê serê girtiyan berprisê wê midûrê girtîgehê ye."    BANGAWAZÎ   Kaymazê da zanîn ku bêhiqûqiya li Girtîgeha Tekîrdagê gihaştiye asteke cidî û got: "Em ji raya giştî hêviya piştgiriyeke zêde dikin. Bi salan e Abdullah Ocalan li giravekê tê girtin. Sedema herî mezin a binpêkirinên li ser zarokên me, tecrîda li Îmraliyê ye. Tevî vê zilm û îşkenceyê jî em li dijî tecrîdê di her şert û mercî de têkoşîna xwe didomînin."