Demîr bang li muxalefetê kir: Em li dijî polîtîkayên şer bibin yek 2024-08-06 09:42:06 STENBOL - Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr bang li muxalefetê kir ku bên li kêleka wan cih bigirin û bi hev re li dijî siyaseta şer têbikoşin.    Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr êrişên Tirkiyeyê yên li dijî başûrê Kurdistanê nirxand. Demîr anî ziman kuhevkariya PDK’ê û Tirkiyeyê xesarên cidî dide başûrê Kurdistanê û ev yek wê rê li ber encamên xerab vebike.    ‘JI SERKEFTINA KURDAN ACIZ IN’    Esengul Demîr    Demîr diyar kir ku êrişên li ser başûrê Kurdistanê ne nû ne û got: “Tirkiye ev demeke dirêj e operasyonên li ser sînor organîze dike. Bi awayek cidî sewqiyata leşkerî pêk tîne.” Demîr da zanîn ku destkeftiyên kurdan ev demeke dirêj e ji aliyê Tirkiyeyê ve weke xetere tên dîtin û êrişên tên kirin rasterast bi vê ve girêdayî ye û wiha got: “Armanca li vir tenê bêbandorkirina helwesta kurdan e. Em baş dizanin ku serkeftina kurdan bi taybetî li herêma Rojava ku gihiştine pozîsyoneke siyasî, Tirkiye dixwaze vê bêabndor bike.”    ‘ARMANC EW E KU HERÊMÊ BÊMIROV BIHÊLIN’    Demîr anî ziman ku Tirkiye bi van êrişên xwe dixwaze herêmê bêmirov bihêle û di vê çarçoveyê de jî qadên jiyanê yên sivîlan kiriye armanca êrişên xwe û got: “Di salên 1990’î de jî gund û warên kurdan dihatin şewitandin û bombebarankirin û xelkê neçarî koçberiyê dikirin. Di roja me ya îro de jî ev kirinên Tirkiyeyê berdewam dikin. Niha jî heman tiştî li ser başûrê Kurdistanê pêk tînin. Bi êriş û bombebaranan dixwazin xelkê neçarî koçberiyê bikin. Tirkiye naxwaze kes sûcê wan şer bibîne.”    ‘TU FERQA PDK’Ê Û AKP’Ê JI HEV TUNE YE’    Demîr bal kişand ser rola PDK’ê ya di êrişên Tirkiyeyê de û wiha got: “PDK bi Tirkiyeyê re hevkariyê dike. Tu ferqa PDK’ê û desthialtdariya AKP’ê ji hev nîn e. Xwedî heman poolîtîkayan in.”    BUDÇEYA ŞER Û XIZANΠ   Demîr destnîşan kir ku krîza aborî ya li Tirkiyeyê berdewam dike ji polîtîkayên şer qut nîn in û wiha axivî: “Tirkiye di polîtîkayên xwe yên şer de israr dike. Li ser esasê dijminatiya xwe ya li hemberî Kurdan van hemû êrişên şer didomîne. Nîşana van polîtîkayên şer ên li ser gelên Tirkiyeyê xizanî ye. Ji ber vê yekê divê her kes, hilbijêrên rastgir jî di nav de li dijî polîtîkayên şer ên heyî xwedî helwest bin. Bingeha sereke ya xizaniya me ya îro bûdceya ku ji bo şer tê veqetandin e."    BANGA TÊKOŞÎNA HEVPAR    Demîr destnîşan kir ku şerkirina bi kurdan re tu tiştekî naxe destî vî welatî û divê li şûna şer helwesta çareserî û aştiyê bê nîşandan. Demîr li muxalefetê jî vê bangê kir: “Li şûna têkoşîna parçebûyî, divê hemû hêzên muxalîf ên Tirkiyeyê xwe bikin yek û bi hev re bin û têkoşîna hevpar bikin. Ev yek hem wê dawî li siyaseta şer a desthilatdariyê bîne û hem jî ji bo ev welat demokratîk bibe divê em di nava hewldanên pirr çalak de bin.”