Anket: Dengê AKP’ê daket ji sedî 26’ê 2024-08-06 09:51:22 NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî anketa dawî ya Lêkolîna Metrepollê, rêjeya dengê AKP’ê daket ji sedî 26,1’ê.  Damezirîner û midûrê giştî yê şîrketa lêkolîna cemaweriyê Metropollê Ozer Sencar, encamên anketa dawî parve kir. Li gorî daneyên Sencar li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal parve kiriye, rêjeya dengê AKP’ê daket ji sedî 26,1’ê. Li gorî anketê, dengên CHP’ê jî ketine û ferqa di navbera dengên CHP û AKP’ê de derket ji sedî 7.7’ê.    Lêkolîna Metropoll’ê di lêkolîna xwe ya “Meyla Tirkiyeyê” de pirsa “Heke vê roja yekşemê hilbijartin çêbibe tu dê dengê xwe bidî kê?” hate kirin. Li gorî daneyan; rêjeya dengê AKP’ê ku di hilbijartinên 14’ê gulana 2023’yan de ji sedî 35.2 bû, di meha nîsanê de daket ji sedî 31.1’ê, di gulanê de daket ji sedî 29.1’ê, di hezîranê de derket ji sedî 32.4’ê û di tîrmehê de jî daket ji sedî 26.1’ê.    DENGÊ CHP’Ê DIKEVE LÊ LI PÊŞ E   Li gorî daneyan; rêjeya dengê CHP’ê ku di hilbijartinên 14’ê gulana 2023’yan de ji sedî 25.41’ê dengan standibû û di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de bûbû partiya yekemîn, di nîsanê de ji sedî 35.9 bû, di gulanê de daket ji sedî 33.2’yê, di hezîranê de daket ji sedî 32.8’ê û di tîrmehê de bû ji sedî 33.8.    Ozer Sencar jî got ku ji 3’yê mijara 2002’yan heta niha cara ewil e dengê AKP’ê ewqas  dikeve û got: “Sedema vê berteka kesên dahata wan kêm e.”