Ji bo betalkirina biryara BTK’ê ya li ser Instagramê doz hat vekirin 2024-08-06 12:42:34 NAVENDA NÛÇEYAN - Yaman Akdenîz û Kerem Altiparmak, ji bo betalkirina biryara BTK’ê ya li ser Instagramê bi hinceta “Li dijî qanûna bingehîn e” serî li 13’emîn Dadgeha Îdareyê ya Enqereyê dan.  Hiqûqzan Yaman Akdenîz û Kerem Altîparmak ên di qada azadiya ragihandin û derbirînê de dixebitin, ji bo betalkirina biryara Saziya Teknolojiyên Agahdarî û Ragihandinê (BTK) serî li dadgehê dan û doz vekirin. Hiqûqzanan di daxwaznameya serlêdanê de ku radestî 13’emîn Dadgeha Îdareyê ya Enqereyê kirin de xwestin di çarçoveya "li dijî qanûna bingehîn e” ev biryar bê betalkirin. Hiqûqzanan xwest bi rêya îtîrazê dosya ji Dadgeha Destûra Bingehîn re bê şandin.   Yaman Akdenîz li ser hesabê xwe yê X’ê ragihand ku wan li dijî biryara li ser Instagramê doz vekirine.