9 baregehên nû hatin çêkirin, 184 malbatan malên xwe terikandin 2024-08-06 13:34:41 NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê, 184 malbatan ji neçariya xwe koç kirin. Dewleta tirk li herêmê 9 baregehên leşkerî yên nû ava kir.    Êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê tên kirin didomin. Dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê li herêmê baregehên leşkerî yên nû ava dike û li hêla din herêmê vala dike. Li gorî nûçeya Rojnewsê; di 15’ê hezîranê de bi hezaran leşker, 300 tank û wesayîtên zirxî sewqî Dihokê hatin kirin. Ji ber sewqiyat û êrişan, 184 malbatên li Dihokê dijîn malên xwe terikandin, 19 mal, 2 dibistan, febrîqeyeke ard, wesayîtek, dêrek û 2 tesîsên avê hatin bombebarankirin.    170 GUND HATIN VALAKIRIN    Ji ber êrişên dewleta tirk, gundên Mijê, Kevne Mijê, Girgaşe, Spîndarê yên devera Ber Garê, gundê Dêmka yê girêdayî Batîfa, gundê Dergeke, Musabegî, Şêlazê, Bişîlê û Miska yên Kanî Masê yên herêma Berwarî Bala ya parêzgeha Dihokê bi darê zorê hatine valakirin. Bi giştî heta niha 170 gund ji ber êrişên dewleta tirk hatine valakirin û 602 gundên din jî di bin xeteriya valakirinê de ne.   9 BAREGEHÊN LEŞKERÎ YÊN NÛ HATIN AVAKIRIN   Her wiha artêşa tirk 9 navendên leşkerî li herêma Behdînanê ava kirine. Bi giştî ji sala 2015’an ve dewleta tirk li başûrê Kurdistanê 74 baregehên leşkerî ava kiriye.    Ji aliyek din ve alavên ragihandinê û bircên telefonê yên xetên ragihandinê yên dewleta tirk ji baregehên leşkerî bandor li xetên ragihandinê yên zêdetirî 110 gundan kiriye.   ERDÊN HATINE ŞEWITANDIN   Der barê rêjeya şewitîna giya, pûş û daristanan de li gorî pêşbîniyên rêxistina Amerîkî CPT’yê ku ji anketên bi niştecihên deverên hatine dagirkirin re kirine, tenê di dema van êrişên dewleta tirk de nêzî 68 hezar donim erd hatiye şewitandin.   Li gorî daneyên Rojnewsê; dewleta tirk di nava vê demê de zêdetirî 300 caran başûrê Kurdistanê bombebaran kiriye. Di encama êrişên îsal de heta niha 14 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 11 jî birîndar bûn. Par jî 33 sivîl hatibûn kuştin û 22 jî birîndar bûbûn.    Tevî ewqas êriş, bombebarankirin, îlhaqkirin û kuştina sivîlan jî hem hikûmeta navendî ya Iraqê hem jî ya Herêma Federe ya Kurdistanê bêdeng in.