Dayikên Aştiyê banga mezinkirina daxwaza aştiyê kirin 2024-08-06 15:15:58 MÊRDÎN - Dayikên Aştiyê li Qoserê daxuyanî dan û bang li hemû dayikên cîhanê kirin ku daxwaza aştiyê hin bêtir bînin ziman.  Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê li navçeya Qoserê têkildarî azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin, êrişên Tirkiyeyê yên li ser başûrê Kurdistanê û zextên Îranê yên li ser kurdan daxuyanî dan. Daxuyanî li avahiya MEBYA-DER’ê hat lidarxistin û gelek dayik beşdar bûn. Dayika Aştiyê Felek Tanirgan ewilî axivî.    Tanirgan anî ziman ku ew ê her aştiyê bixwazin û got ew êrişên Tirkiyeyê yên li ser başûr û rojavayê Kurdistanê şermezar dikin. Tanirgan diyar kir ku ew dixwazin demildest şer were bidawîkirin û aştî pêk were û got: “Ji şer re êdî bes e. Dayik ranekevin. Dayik şer naxwazin.”    Tanirgan destnîşan kir ku girtî li girtîgehan bi daxwazaiya azadiya Abdullah Ocalan li ber xwe didin û daxwazên xwe didomînin û xwest rayedar guh bidin daxwazên girtiyan.    ‘DIVÊ OCALAN BÊ BERDAN’    Dayika Aştiyê Lamîa Ayaz jî axivî û destnîşan kir ku ew ê dest ji daxwaza azadiya Ocalan bernedin û got divê Ocalan were berdan.  Ayaz anî ziman ku ew qebûl nakin ku kurd li Îranê ji aliyê rejîmê ve tên bidarvekirin  û bang li hikûmeta Îranê kir ku dest ji biryarên xwe yên darvekirinê berde.    Ayaz diyar kir ku bi salane ew wek Dayikên Aştiyê daxwaza aştiyê dikin û di serî de bang li dayikên kurd û li hemû dayikên li cîhanê kir ku ji bo aştiyê rabin ser pêya û daxwaza aştiyê hin bêtir bînin ziman.