ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2024'AN 2024-08-07 09:00:05   * Rojnameger Bêrîvan Şaxo bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên li dijî başûrê Kurdistanê û got: “Dewleta tirk li deverên ku dagir dike ziman û çanda tirkî dide ferzkirin. Ev jî yek ji berdewamiya plana Şark Islahatê ye."    * Hevserokê Giştî yê OHD'ê Serhat Çakmak anî ziman ku êrişên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistana Federe di warê hiqûqî de nayên qebûlkirin û got ku sedema êrişan neçareserkirina meseleya kurd e.    * Endama YJA STAR’ê Bîşeng Hezer di 3’yê gulana 2021’an de li başûre Kurdistanê jiyana xwe ji dest da û ev 3 sal in cenazeyê wê nayê dayin. Dayika Hezer, Ayşe Hezer xwest cenazeyê keça wê bê dayin û ji bo vê alîkarî ji rêxistinên hiqûqî û parastvanên mafên mirovan kir.   * Hunermendê nemir Aram Tîgran 15 sal berê çû ser dilovaniya xwe. Ji mamosteyên Ma Music Centerê Neşet Guçmen, Tîgran bi bîr anî û got: “Aram Tîgran di navbera ermen û kurdan de pireke xweşik ava kir. Dê her tim di dilê kurdan de bijî.”   * Li Êlihê li ser rêya ku wekî" Rêya Mirinê" tê binavkirin, ji ber ku tu lembeyeke trafîkê û ronahî tune ne qezayên mezin çêdibin. Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Odûncû got: "Ji dêvla ku hûn bela xwe di kurdî bidin, tevdîran bigirin."    * Aktivîsta TJA'yê Çaglar Demîrel diyar kir ku êrişên li ser zimanê kurdî û çanda kurdî rengvedana tecrîda Îmraliyê ye û got ku çareserî ew e ku tecrîd bê rakirin û gel bi awayekî azad bijîn.   * Li Agiriyê endamên Egîtîm-Sen ku mafê rêveberiyê bi dest xistin, ji ber walî "guncav" nedît rêveber nehat tayinkirin. Serokê Şaxa Egîtîm-Senê Îlhan Levent got: "Dixwazin çanda sertewandinê pêş ve bibin."    * Hevserokê SYKP’ê Mertcan Tîtîz diyar kir ku sedema esasî ya krîza aborî polîtîkayên şer in û got ku divê hemû hêzên şoreşger û sosyalîst li dijî êrişan li cem kurdan cih bigirin.    * Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari dê di çarçoveya "Hevdîtinên Nan û Edaletê" de li Îdirê tev li hin rêzeçalakiyan bibe. (10.00-15.00) ZINDΠ   * Serokê Giştî yê Partiya DEVA'yê Alî Babacan û şandeya KESK'ê dê ji bo serxweşiyê li Navenda Giştî ya DEM Partiyê serdana Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan bikin. (11.00)   * Çalakiya nobeda li dijî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê dê li Qada Şîşxaneyê ya navçeya Beyoglûya Stenbolê hatiye destpêkirin, berdewam bike. (20.00-22.00)