Dayika ev sê sal in li cenazeyê keça xwe digere: Qet nebe bila gora wê hebe 2024-08-07 09:00:12 ŞIRNEX - Endama YJA STAR’ê Bîşeng Hezer di 3’yê gulana 2021’an de li başûre Kurdistanê jiyana xwe ji dest da û ev 3 sal in cenazeyê wê nayê dayin. Dayika Hezer, Ayşe Hezer xwest cenazeyê keça wê bê dayin û ji bo vê alîkarî ji rêxistinên hiqûqî û parastvanên mafên mirovan kir.  Endama YJA STAR'ê Bîşeng Hezer (Sarya Diyar) di 3'yê gulana sala 2021'an de li herêma Mamreşo ya Avaşîn a Herêma Federe ya Kurdistanê tevî 6 endamên HPG-YJA Starê, di êrişa dewleta tirk de jiyana xwe ji dest da. HPG’ê di daxuyaniya xwe ya têkildarî mijarê gotibû ku endamên wan ji ber gazên jehrî jiyana xwe ji dest dane. Bi ser re 3 sal derbas bûn lê hêj jî cenazeyê Hezer radestî malbata wê nehatiye kirin.    Di demên pêş de dîmenên ji herêma Hezer lê jiyana xwe ji dest dayî li ser medyaya dijîtal hatin parvekirin. Wisa tê texmînkirin ku cenazeyê wê di destê dewleta tirk de ye. Ji bo wergirtina cenazeyê keça xwe û definkirina wê, malbata Hezer di nava lêgerînê de ye. Dayika Hezer, Ayşe Hezer têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ji bo wergirtina cenazeyê gelek caran li Dozgeriya Şirnexê serlêdan kirine lê her tim bersiva “Cenazeyekî wisa tune ye” jê re tê dayin.    Hezer, diyar kir ku hinek dîmenên kêliya êrişî cenazeyê tên kirin ku cenazeyek dişibe yê keça wê li ser medyaya dijîtal hatine parvekirin. Hezer, wiha domand: “Dema keça min jiyana xwe ji dest dayî ez çûm nexweşxaneyê û min ji bo testa DNA'yê xwin da. Me serî li dozgeriyê da lê ji me re gotin ‘Cenazeyeke wisa tune ye.’ Serlêdanên me piştre jî berdewam kirin. Li gel ku 3 sal derbasbûne jî hêj tu bersiv nehatine dayin. Cenaze hêj nedane. Cenazeyê wê di destê dewletê de ye.”   'BILA HESTIYÊN KEÇA MIN BIDIN'   Di berdewama axaftina xwe de Hezer destnîşan kir ku heta cenazeyê keça xwe digire dê têbikoşe û wiha got: “Ji bo wergirtina cenazeyê xwe me gelek serlêdan kirin. Lê her tim bi gotina ‘hûn derewan dikin’ em qewirandin. Heta mirinê ez ê li pêy cenazeyê keça xwe bim. Ez hestiyên keça xwe dixwazim. Bila hestiyên we bidin min û ez ê li kêleka kurê xwe defin bikim. Bila goreke wê hebe, ez ê herim li ser gora we duayan bikim. Nizanim çi bi cenazeyê kirin. Şewitandin an li cihekî binaxkirine nizanim. Nizanim çima cenazeyê me nadin. Gelek caran li wir çekên kîmyewî bi kar anîn. Dibe ku ji bo eşkere nebe ku çekên kîmyewî bi kar anîne, cenazeyê nedin. Ji cenazeyan jî ditirsin. Ma em êdî çi bibêjin.”    BANGA ALÎKARIYÊ   Dayik Hezer bang li saziyên demokratîk û parêzeran kir ku ji bo cenazeyê keça xwe bibîne ji wan re bibin alîkar. Hezer, axaftina xwe wiha qedand: “Tekane daxwaza min wergirtina cenazeyê keça min e. Banga li hemû saziyên mafên mirovan û hiqûqnasan dikim ku ji bo me bibin alîkar. Bila cenazeyê me ji wan re nehêlin. Banga min ji bo dewleta tirk e; êdî bes e, êdî bi cenazeyên me nelîzin. Cenaze nayên îşkencekirin. Bila dawî li vê yekê bînin. Êdî bes e, tu kes bi şer naqede. Em weke dayik dixwazin ev şer bi dawî bibe.”    MA / Mahmûd Altintaş