Ji ber netevdîrgirtinê qeza çêdibin: Ji dêvla hûn bela xwe di kurdî bidin tevdîrê bigirin 2024-08-07 09:05:19 ÊLIH - Li Êlihê li ser rêya ku wekî" Rêya Mirinê" tê binavkirin, ji ber ku tu lambeyeke trafîkê û ronahî tune ne qezayên mezin çêdibin. Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Odûncû got: "Ji dêvla ku hûn bela xwe di kurdî bidin, tevdîran bigirin."  Rêya di navbera Êlih û Qûbînê de, ji ber qezayên xwe di rojevê de ye. Li ser vê rêyê ku şêniyên bajêr wê wekî "Rêya Mirinê" bi nav dikin, di 28'ê tîrmehê de qezayek çêbû û ji heman malbatê 4 kes jiyana xwe ji dest dan. Di qezaya di 1'ê tebaxê de çêbû jî kesek giran 8 kes birîndar bûn.    Rêya navborî, rêya bejahiyê ya navbera Êlih û Sêrtê ye. Mirov di vê rêyê de diçin navçeya Qûbînê, Sêrtê, Girtîgeha Tîpa T a Qûbîna Êlihê, Herêma Pîşsaziyê ya Organîzeyê û Girê Qîre. Lewma çûnhatina wesayîtan zêde ye.    Li vê rêya ku welatî wê wekî" Rêya Mirinê" bi nav dikin, tim qeza çêdibin. Li vir ne ronahiyek ne lewheyeke trafîkê û ne jî rêya peyayan heye.    Îdareya Taybet a Bajêr a girêdayî walîtiyê, piştî qezayên dawî eywan-salonên dawetan ên li ser rê mohr kirin. Lê belê hê jî li wî cihê ku dibe sedema qezayan tu tevdîr nehatine girtin.    Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ya Êlihê Zeynep Odûncû di 20'ê tîrmeha 2023'yan de pêşniyaznameyek berpêşî Meclisê kir û xwest li ser vê rêyê tevdîr bên girtin. Di bersivê de ku bi îmzeya Wezîrê Gihandinê Abdûlkadîr Ûraloglû hat dayîn, hat derpêşkirin ku li ser rê tevdîr hatine girtin.    Odûncû destnîşan kir ku desthilat ji dêvla ku bi jêbirina nivîsên li ser rêyan re serê xwe biêşîne bila rêyên dibin sedema mirinê rast bike.    Endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Yûnûs Bagiş û Akîf Akin jî di 2'yê tebaxê de giliyê rê kirin. Walîtiya Êlihê jî xwest lêpirsîn bê destpêkirin.    MA / Fethî Balaman