Demîrel: Êrişên li ser çanda kurdî rengvedana tecrîdê ye 2024-08-07 09:24:20 WAN - Aktivîsta TJA'yê Çaglar Demîrel diyar kir ku êrişên li ser zimanê kurdî û çanda kurdî rengvedana tecrîda Îmraliyê ye û got ku çareserî ew e ku tecrîd bê rakirin û gel bi awayekî azad bijîn. Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku zêdeyî 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtiye, 41 meh in tu agahî nayê girtin. Agahînegirtina ji Abdullah Ocalan siyaseta şer kûrtir dike û polîtîkaya tecrîdê li her qadê belav dike. Di encamê de êrişî mekanîzmayên çandî û zimanê kurdan tê kirin. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Çaglar Demîrel pergala tecrîdê û rengevdanên wê nirxandin.   Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Çaglar Demîrel   Demîrel diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê di nava krîzê de ye û bi zext, tundî û tecrîdê hewl dide vê pêvajoyê bi rê ve bibe û got ku çawa berê nikaribin û bi pêkanîn asîmalsyon ûnkarkirinê bi ser bikevin wê îro jî nikaribin.    Demîrel diyar kir ku welat bi rêbazên antîdemokratîk tê birêvebirin û li cihê ku demokrasî lê nebe serkeftin pêk nayê û wiha got: “Rêya bingehîn a avakirina demokrasiyê û pêşxistina azadiyê rêzgirtina li bawerî û çanda gelan e. Vê rewşê em bi polîtîkayeke ku me ji salên 1990’î wêdetir dibe re rû bi r hiştî. Îro em dibînin ku tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan dest pê kiriye, hemû gel xistiye nava tecrîdeke giştî. Sedema ku em dibêjin navnîşana çareseriyê Îmralî ye ew e ku divê hemû qada jiyanê ber bi demokratîkbûnê ve biçe. Hemû êrişên ku îro li ser ziman û çanda kurdî tên kirin, nîşaneya tecrîdê ne. Ji ber ku desthilat heta demokrasiyê ava neke û perspektîfeke demokratîk, azadîxwaz ava neke, nikare ji krîzan xelas bibe."    ‘ÇARESERÎ RAKIRINA TECRÎDÊ YE’    Demîrel diyar kir ku êrişên li ser ziman, çand û govendên kurdan di encama hemû pêkanînên dijdemokratîk de dest pê kirine û got: “Di asteke ku paşde diçin û li cihên paşverûtir li çareseriyê digerin. Lê belê çareserî rakirina tecrîdê û azadkirina gel û baweriyan e. Tenê dema ku tecrîd rabe hemû gel dikarin xwe bi awayekî azad îfade bikin. Ji ber vê sedemê em dibêjin dev ji van polîtîkayên asîmîlasyon û înkarê yên li ser civakê berdin, bi taybetî jî tecrîda Îmraliyê.”   ‘TEVGERA SIYASÎ YA KURD NE BÊALTERNATÎF E'   Demîrel anî ziman ku berê zilm li kurdan dihat kirin, lê tu desthilateke ku zextan dikir bi ser neketiye û wiha domand: “Wekî berê îro jî şansê serkeftinê yê desthilatê nîne. Em dixwazin bînin ziman ku nêzîkatiya înkarkirin, parçekirin, qedexekirina ziman, qedexekirina çandê nayê qebûlkirin. Tevgera siyasî ya kurd tu carî bê alternatîf namîne û di vê mijarê de em diyar dikin ku em bê alternatîf nîn in. Em têdikoşin ku têgihiştineke demokratîk, civakî bidin jiyîn. Ji ber vê yekê em tu carî dev ji zimanê xwe û çanda xwe bernadin, gelê me dest ji vê bernade. Me girtin, komkujî, qedexe dîtin. Tiştekî ku me nedîtiye tune. Gelo ev bi ser ketin? Na, nebû û wê nebe jî. Têkoşîn dê berdewam bike."