Nehiştin girtî Sert bi malbata xwe re wêneyeke komî bikişîne 2024-08-07 10:33:17 EDENE - Di dema hevdîtina vekirî ya li Girtîgeha Tîpa S a Manavgatê de destûr nehat dayin Tûba Sert li gel malbata xwe wêneyê komî bikişîne.  Girtiya bi navê Tûba Sert li Girtîgeha Tîpa S a Manavgatê tê ragirtin û cezayê muebbeta girankirî lê hatiye birîn. Di dema hevdîtina vekirî de destûr nehat dayin ku Sert li gel malbata xwe wêneyeke komî bikişîne. Endamên malbata Sert, têkildarî mijarê wiha gotin: “Tenê destûr dan ku em biçin destê hev. Me xwest em wêne bikişînin. Di wê navberê de 3-4 gardiyan hatin cihê hevdîtinê û ji me re gotin; ‘bila tenê kesek bimîne, 3 kes bila ji nav derkevin, dê tenê yek kes hevdîtinê bike.’ Me jê re got ku wan bi xwe destûra vê rewşê dane lê ji me re gotin; ‘Hûn şukrê ji xwedêr e bikin, ji ber ku hûn her çar dê êdî di tevahiya jiyana xwe de bi hev re nekarin Tûbayê bibînin.’ Li ser vê gotinê me xwest bi sergardiyan, midûrê girtîgehê û dozger re hevdîtinê bikin. Lê destûr nedan. Her yek ji me 5 deqeyan bi Tûbayê re hevdîtin kir. Nehiştin em wêne bikişînin. Em vê sepana keyfî qebûl nakin.”