Kiliçdaroglû û Babacan ji bo sersaxiyê çûn serdana Bakirhan 2024-08-07 12:08:56   ENQERE - Serokê Giştî yê CHP’ê yê berê Kemal Kiliçdaroglû û Serokê Giştî yê Partiya DEVA’yê Alî Babacan, ji bo sersaxiyê çûn serdana Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ku dayika wî wefat kiribû.    Dayika Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, hefteyek berê wefat kiribû. Serokê Giştî yê CHP’ê yê berê Kemal Kiliçdaroglû û Serokê Giştî yê Partiya DEVA’yê Alî Babacan, ji bo sersaxiyê çûn serdana Bakirhan. Kiliçdaroglû û Babacan di demên cuda de hatin serdana Navenda Giştî ya DEM Partiyê û ji hêla parlamenterên DEM Partiyê Farûk Gergerlîoglû û Sevîlay Çelenk ve hatin pêşwazîkirin.    Kiliçdaroglû û Babacan di serdanê de sersaxî ji Bakirhan xwestin.