HPG’ê têkildarî Zapê daxuyanî da 2024-08-07 13:22:52 NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daxuyaniya HPG’ê ya di ANF’ê de, di şer û pevçûnên li Zapê de 14 leşker hatine kuştin.    Êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam in. Li gorî agahiyan, li herêmê şer û pevçûnên dijwar diqewimin. Di navbera leşkerên şevê din xwestin li herêmêke bi cih bibin û HPG’iyan de şer û pevçûnên dijwar qewimîn.    Wezareta Parastinê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku leşkerek hatiye kuştin.    Navenda Ragihandinê ya HPG’ê jî têkildarî şer daxuyaniyek da. Li gorî daxuyaniya di ANF’ê de; di pevçûnên li Zapê de 14 leşker hatin kuştin û 5 jî birîndar bûne.