Encamên nimûneyên ji avahiyên nexweşxaneyan hatin girtin nayên eşkerekirin 2024-08-07 14:11:20   AMED - Rêxistinên civaka sivîl ên Amedê xwestin ku nimûneyên avahiyên Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî û Nexweşxaneya Nexweşiyên Zarokan a Amedê ku ji bo tespîtkirina xesara di erdheja 6’ê Sibatê de hatibûn girtin, bên eşkerekirin.    Platforma Tenduristiyê ya Amedê, Komeleya Rêveberiya Karesatê û Piştevaniyê (DMS) û Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB), xwestin ku nimûneyên avahiyên Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî û Nexweşxaneya Nexweşiyên Zarokan a Amedê ku ji bo tespîtkirina xesara di erdheja 6’ê Sibatê de hatibûn girtin, bên eşkerekirin. Encamên nimûneyan 18 meh in nayên eşkerekirin û têkildarî mijarê li Odeya Bijîşkan a Amedê daxuyanî hate dayin. Pêkhateyên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), nûnerên rêxistinên civaka sivîl û kedkarên tenduristiyê tev li daxuyaniyê bûn. Li eywana daxuyaniyê pankarta “Ne erdhej, bêtevdîrî dikuje” hatibû daliqandin.    Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetê (SES) ya Amedê Mehmet Nûr Ulus daxuyanî xwend û got ku saziyên tenduristiyê nikarin xwe li ber erdhejê bigirin.    ‘SAZIYÊN TENDURISTIYÊ SAXLME NÎNIN’    Ulus, diyar kir ku di dema karesatan de eşkere bûye ku saziyên tenduristiyê amade nînin û wiha got: “Yan hilweşiyan an jî xisareke mezin gihiştê. Di erdheja Mereşê de li seranserî Tirkiyeyê 11 nexweşxane û 66 Navendên Tenduristiyê yên Malbatan hilweşiyan. Her wiha xisareke mezin gihişt 15 navendên tenduristiyê. Her wiha nexweşxaneyên bi raporên fermî hatiye gotin ku nikarin li ber xwe bidin jî hatin hilweşandin.” Bi domdarî Ulus nexweşxaneyên din ên li bajarên cuda hilweşiyayîn an jî xisareke mezin gihiştiyê rêz kir.    ‘ENCAMÊN KAROTÊ YÊN NEXWEŞXANEYÊ NAYÊN EŞKEREKIRIN’    Ulus, got ku hêj jî encamên karotê yên ji bo tespîtkirina xesara di avahiyên Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî û Nexweşxaneya Nexweşiyên Zarokan a Amedê hatin girtin nehatine eşkerekirin. Ulus, wiha bi dawî kir: “Em hîn bûn ku ji bo xurtkirina nexweşxaneyê jî tu xebat nehatine kirin. Odeya Bijîşkan a Amedê û Şaxa SES’ê ji bo encam ji me re bên şandin ji Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajar re nivîs şand. Di hevdîtinên rûbirû de jî me devkî ev daxwaz kir. Hem bi devkî hem jî nivîskî ji me re gotin ku encam hêj diyar nebûne. Bi ser erdhejê re 18 meh derbas bûn û ji hêla zanistî ve mimkin nîne ku encam diyar nebin. Em vê qebûl nakin.    Li hemberî karesatan divê avahiyên nexweşxaneyan saxlem bimînin. Ji encamên neyînî yên di rewşên awarte de rêveberên derzanistî tevdigerin berpirsyar in. Divê encamên karotê yên van her du nexweşxaneyan tavilê bên eşkerekirin.”