Derbarê rojnameger Karakoç de biryara girtîn û îade kirinê 2024-08-07 15:06:42 NAVENDA NÛÇEYAN - Holanda derbarê rojnameger Serdar Karakoç de biryara girtin û îade kirina  Almanyayê da.    Danişîna doza rojnameger Serdar Karakoç, li bajarê Amsterdama Holandayê ku bi daxwaza îadekirina Almanayayê dihat darizandin, îro hat lidarxistin.    Daraza Holandayê derbarê rojnemeger Karakoç de biryara girtin û îadekirina Almanyayê da.    Dadgeh hemû îtîrazên ku parêzeran kirine, red kir.    Serdar Karakoç bi ser daxwaza Almanyayê, bi hincetnîşandana madeya 129b’ê, li mala xwe ya li Holandayê, di 23’yê gulanê de hate binçavkirin, di 14’ê heziranê de jî bi şertê kontrola edlî hatibû berdan.