Li Osmaniyeyê 4 kes ji ber govendgerandinê hatin girtin 2024-08-07 20:43:54 OSMANIYE - Li Osmaniyeyê 4 kesên li ber stranên kurdî govend gerandin hatin girtin.    Li Osmaniyeyê bi hinceta di dawetekê de govend gerandine duh danê sibehê polîsan avêt ser malan û 5 kes binçav kirin. Hîvda Kahraman a ku îfadeya wê ya li midûriyeta polîsan temam bû, duh sewqî dadgehê hat kirin û Dadgeriya Ceza ya Sulhê bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" Kahramanê girt. Hevserokên DEM Partiyê yê Navçeya NAvendî Sevgî Aydin û Farûk Kahraman jî di nav de Hakan Kahraman û Mûrat Kahraman jî piştî îfadeya li midûriyeta polîsan îro sewqî dadgehê hatin kirin.    Dadgeriya Ceza ya Sulhê her çar kes jî bi îdiaya propagandaya rêxistinê girtin.