Gundên Minbicê hatin bombebarankirin 2024-08-08 10:21:23 NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiye û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê bi çekên giran ve gundên kantona Minbicê bombebaran kirin.   Li gorî agahiyên Nûçeya ANHA’yê ya ji Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê girtiye Tirkiye û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê, gundên kantona Minbicê bi çekên giran ve bombebaran dikin.    Gundên Seyade, Dendeniyê, Um Cilûd, Ereb Hesen, Toxar, Cat, Ewn Dadat, Kawiklî hatin bombebarankirin. 52 guleyên hawan û obuasan li van gundan ketin.   Hat diyarkirin ku li gundê Ereb Hesen jî bi Balefira Biçek û Bêmirov (SÎHA) êriş hat kirin û xesara madî çêbû.