Medya desthilatdariyê derewek din li derewên xwe zêde kir 2024-08-08 11:30:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Medya desthilatdariyê mirina endamê HPG’ê Serdar Sonmez ê ku di 18’ê nîsanê de jiyana xwe ji dest dabû û hatibû eşkerekirin, wek nûçeya “lezgîn” serwîs kir.    Medya desthilatdariya AKP’ê mirina endamê HPG’ê Serdar Sonmez (Ezîz Gabar) ku berê HPG’ê mirina wî ragihandibû, wek nûçeya “lezgîn” serwîs kir. Di nûçeyê de hat îdiakirin ku Sonmez “di operasyona noqteyî ya MÎT’ê de” jiyana xwe ji dest daye.    HPG’ê di 24’ê hezîranê de daxuyanî dabû û daxuyandibû ku Sonmez jiyana xwe ji dest daye. Li gorî daxuyaniya di ANF’ê de cih digire, hatibû destnîşankirin ku Sonmez di 18’ê nîsanê de jiyana xwe ji dest daye.    MEDYAYA DESTHILATÊ BERÊ JÎ DEREW KIRIBÛN   Medya desthilatdariya AKP’ê berê jî mirina endamê YPG’ê Eyup Yakût wek nûçeya “lezgîn” serwîs kiribû.    Berdevkê Ragihandinê yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî îdiaya medya tirk a der barê kuştina Eyup Yakut de derewandibû.    Her wiha medya desthilatdariyê berê jî mirina endamê HPG’ê Yilmaz Bayram (Egît Gever) wek nûçeya “lezgîn” serwîs kiribû. Lê belê HPG’ê beriya wê nûçeyê ragihandibû ku endamê wan Bayram jiyana xwe ji dest daye.