Girtî Erdemcî hate derbkirin 2024-08-08 14:37:36   KONYA - Vahdettîn Erdemcî yê di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Eregliyê de tê ragirtin, tundiya fizîkî ya gardiyanan ji kurê Devran Erdemcî re vegot.   Girtiyê nexweş Vahdettîn Erdemcî duh bi kurê xwe Devran Erdemcî re di hevdîtina vekirî ya Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Eregliyê de (55) hate cem hev û tundiya gardiyanan ji kurê xwe re vegot. Devran Erdemcî diyar kir ku gelek şopên tundiyê li ser laşê bavê wî hene.    Erdemcî da zanîn ku beriya du mehan cezayê bavê wî hatiye erêkirin, wî xistine di hucreya yekkerî de û wiha got: “Nexweşiya wî ya KOAH’ê û bêhçikiyê heye. Li bavê min xistine, bi erdê re kaş kirine û birine revîrê. Li ser destê bavê min û rûyê wî şopa birînan hebû. Çermê wî rabûbû. Li wê derê li wan dixin.”   Erdemcî bi bîr xist ku berî niha jî gartiyanan li bavê wî xistine û axaftina xwe wiha domand: “Bavê min anî ziman ku jê re, ‘Em bi darê zorê têkevin vê derê,bi awayekî tazî em ê lêgerînê bikin’ dibêjin. Bavê bilêv kir ku gelek caran bi gotina, ‘Tu PKK’yî yî, me çawa we li çiyayan qedandibe, em ê li vê derê jî biqedînin’, ‘Ev der ne Wan e, ev der Konya ye. Em ê we hemûyan bikin zilam, tu jî dê bibî zilam, tu terorîst î’ gefê li wan dixwin.”    DERBARÊ VAHDETTÎN ERDEMCΠDE   Girtiyê nexweş Erdemcî di sala 2014’an de bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekpariya dewletê” hate girtin û cezayê muebeta yê 9 caran hatiye girankirî lê hate birîn. Erdemcî beriya niha jî ji hêla gardiyana ve hatibû derbkirin, dema ew vê rewşê bi cemaweriya giştî re parve kiribû, heman gardiyanan vê carê gef lê xwaribûn.