Li Girtîgeha Mamarayê mirineke biguman 2024-08-08 16:22:45   STENBOL - Girtiyê edlî yê bi navê Umît Kayaboynu ku li Girtîgeha Marmarayê dihat ragirtin, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Hat îdiakirin ku Kayaboynu întîhar kiriye.    Girtiyê edlî yê bi navê Umît Kayaboynu (40) ku li Girtîgeha Marmarayê (Sîlîvrî) dihat ragirtin, şevê din bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Hat îdiakirin ku Kayaboynu întîhar kiriye.    Parlamenterê DEM Partiyê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglû têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal wiha got: “Gelo ma ev bû întîhara çendemÎn? Umît Kayaboynu yê 40 ku ji Girtîgehan Marmara Sîlîvriyê, ji girtîgeha vekirî derbasî ya girtî kirin, li serşokê xwe daliqand û întîhar kir. Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç, ez her roj rewşa girtîgehan bi we re parve dikim lê hûn nabihîsin! Întîhar zêde dibin, girtî tengezar bûne!”