ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2024'AN 2024-08-09 09:00:35   * Endamê Lijneya Dîwanê ya KCDK-E’yê Mûsa Farisogûllari diyar kir ku hêzên navneteweyî jî şirîkên tecrîda li Îmraliyê ne û wiha got: “Çareseriya şerên li Rojhilata Navîn, di paradîgmaya Abdullah Ocalan de veşartî ye.”    *  Hunermend Kawa Ûrmiye li dijî êrişên Tirkiyeyê, bangawaziya “ketine liv û tevgerê” ji hemû rewşenbîran kir. Hunermend Hekîm Sefkan jî wiha got: “Bêhelwestbûn piştgiriya dagirkeriyê ye.”    * Zekî Kayar ê 31 sal in girtî ye, ji ber nivîsek ji Rojnameya Ozgur Gundemê re nivsiye sal û nîvek cezayê propganadayê lê hatiye birîn û berdana wî jî 6 salan hatiye taloqkirin. Lê tiştên ku Kayar pê tê tawanbarkirin ji nivîseke din hatine stendin.    * Ji Meclisa Jinan a DEM Partiyê Sema Koç bilêv kir ku ew bi kampanyaya "Em di jiyana azad û wekhev de bi israr in, em xwe birêxistin dikin" armanc dikin ku rêxistinbûynê zêde bikin û got: "Wê tu tax nemîne ku em ê neçinê. Em ê bêtir xwe bi rêxistin bikin."    * Serokê Şaxa ÎHD a Amedê Ercan Yilmaz ku serdana Girtîgeha Tîpa M a Êlihê kir, diyar kir ku kesên li Êlihê bi hinceta govendggerandinê hatine girtin heta wan birine girtîgehê muzîkên nijadperest bi wan dane guhdarkirin û bal kişand ser tenduristiya dayikên girtî.    * Hevberdevkê Meclisa Ekolojiyê Huseyîn Çaglar diyar kir ku qirkirina daran a li erdnîgariya Kurdistanê encama feraseta "dagirkeriyê" ye û got: "Mantiqa dagirkeriyê ya li Efrînê, li Gabar û Cûdiyê didome. Lewma divê her kes li dijî vê talankirinê bi hev re bitêkoşe."    * Wê sibê 1'emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Depê dest pê bike. Ji bo beşdarbûnê bang hat kirin.    * Welatiyên Enqereyê nerazîbûna xwe ya ji krîza aboriyê nîşan dan û ji bo polîtîkaya şer a îktîdarê wiha gotin: “Ji bo şer û çekan bûdçeyê vediqetînin lê ji bo gel tune ye.”    * Tevî nexweşiyên xwe yên giran, sedan girtiyên siyasî nayên berdan. Xizmên girtiyên nexweş yên li Êlihê dijîn xwestin “zilma” tê meşandin bi dawî bibe.    * Bi pêşengiya malbatên girtiyan dê li Wan, Edene û Mêrsînê çalakiyên "Dawî li tecrîdê bîne" bên lidarxistin. (14.00-17.00)   * Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê dê ji bo salvegera wefata hunermend Aram Tîgran li Mala Dengbêjan bernameya bîranînê li dar bixe. (17.00)   * Çalakiya nobeda li dijî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê dê li Qada Şîşxaneyê ya navçeya Beyoglûya Stenbolê hatiye destpêkirin, berdewam bike. (20.00-22.00)