Stranên nijadperest bi kesên ji ber 'govendê' hatin girtin dane guhdarkirin 2024-08-09 09:37:07 AMED - Serokê ÎHD a Amedê Ercan Yilmaz ku serdana Girtîgeha Tîpa M a Êlihê kir, diyar kir ku kesên li Êlihê bi hinceta govendgerandinê hatine girtin heta wan birine girtîgehê muzîkên nijadperest bi wan dane guhdarkirin û bal kişand ser tenduristiya dayikên girtî.  Şandeya ku ji Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Parêzer Eren Keskîn, rêveberên ÎHD a Amedê û Êlihê, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Êlihê pêkhatî, di 7'ê tebaxê de serdana Girtîgeha Tîpa M ya Êlihê kir. Şandeyê hevdîtin bi kesên ku li ber stranên kurdî govendg gerandibûn û ji ber vê hatibûn girtin û dayikên ku piştî operasyona Bilêxşê hatibûn girtin re kirin.    Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Ercan Yilmaz ku di şandeyê de cih girtibû, der barê serdana girtîgehê de agahî dan.   ‘STRANÊN NIJADPEREST BI CIWANAN DANE GUHDARÎKIRIN'   Yilmaz anî ziman ku jin û zarokên birine girtîgehê di ketina girtîgehê de rastî lêgerîna tazî hatine û got ku hejmartina şipyakî li girtiyan hatiye ferzkirin. Yilmaz diyar kir ku li 2 jê zarok 4 kesên bi hinceta govend gerandine û dirûşme berz kirine hatine girtin, stranên nijadperest-netewperest hatine guhdarîkirin.    Yilmaz anî ziman ku binçavkirin û girtinên ji ber govengerandinê li derî hiqûqê ne ü got ku desthılata heyi vegerıyaye pövajoya salön 90'i.    ‘HESTA HEYFSTENDINÊ'   Yilmaz bilêv kir ku di wesayîta polîsan de bi ciwanên hatine girtin guhdarîkirina sirûdên nijadperest hesta "heyfstendinê" ye û got ku ev helwesteke pir talûke ye.    ‘ŞERT Û MERC NE LI GOR DAYIKAN E'   Yilmaz bi bîr xist ku hemû dayikên li Bilêxşê hatine girtin temenê wan di ser 65-70 salî re ye û gelek nexweşînên van dayikan hene û got ku yek ji wan ji sedî 72 astengdar e. Yilmaz got: “Yên din jî rojane dermanên şekir, tansiyon û dil bi akr tînin. Ji ber temen û nexweşiya wan şert û mercên girtîgehê ji bo wan ne guncaw in. Dîsa şert û mercên fizîkî yên girtîgehê ji bo wan ne guncaw in. Li girtîgeha ku lê dimînin ne klîma û ne jî vantîlator hene. Her wiha sarinca wan jî tune ye. Wan diyar kir ku ev li kantînê tên firotin, lê ji ber ku bihayên kantînê pir zêde bûne nikarin bikirin. Wan got ku di vê germa havînê de ava sar bi dest wan nakeve."    Yilmaz destnîşan kir ku tenduristiya dayikan bi xetereyeke mezin re rû bi rû yeû got ku ev kes divê bi awayke negirtî bên darizandin.    MA/ Mujdat Can