Ji bo nivîseke rojnameyê 7 sal û nîv ceza hat dayin! 2024-08-09 09:37:56 ENQERE - Zekî Kayar ê 31 sal in girtî ye, ji ber nivîsek ji Rojnameya Ozgur Gundemê re nivsiye sal û nîvek cezayê propganadayê lê hatiye birîn û berdana wî jî 6 salan hatiye taloqkirin. Lê tiştên ku Kayar pê tê tawanbarkirin ji nivîseke din hatine stendin.  Berdana Zekî Kayar ê 51 salî ku di sala 1993'yan de li Sertê hat girtin û cezayê muebedê lê hat birîn, ji ber nivîsa di sala 2016'an de di Rojnameya Ozgur Gundemê de nivîsandibû 6 salan hat taloqkirin. Kayar li dijî bêhiqûqiya ku li wî tê kirin, ji parêzvanên mafên mirovan û gel daxwaza piştgiriyê dike.   Piştî ku mehkûmiyeta duyemîn a girtî Kayar di sala 2018'an de teqez bû, diviyabû di 23'yê Mijdara 2023'yan de bihat berdan, lê berdana wî wekî 5'Ê Çileya 2025'an hat diyarkirin. Kayar di serê sala 2024'an de ji Bandirmayê sewqî Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçulerê ya Edeneyê hat kirin. Li wê derê ji bo heyama girtîbûnê ya ku dihat xwestin, mudetnameyeke nû ya girtîgehê jê re hat dayîn. Li gorî vê divê Kayar heta sala 2031’ê di girtîgehê de bimîne.   CEZAYÊ PROPAGANDAYÊ   Dema ku roja berdana bi şert a Kayarê ku di 21'ê Sibata 2000'î de ji teref Dadgeha Bilind ve cezayê wî hatibû erêkirin, wekî 23'yê Mijdara 2023'yan hat diyarkirin, ji ber nivîsa wî ya di 1'ê Hezîrana 2016'an de di Rojnameya Ozgur Gundemê de derketibû lêpirsîn hat vekirin û bêyî parêzerê wî hebe bi rêya SEGBÎS'ê îfadeya wî hat girtin û bi propagdanaya rêxistinê ceza lê hat birîn. Dadgehê sal û nîvek ceza li Kayar birî.    Ji ber vê sedemê ji bo Kayar ê ku di 23'yê mijdara 2023'yan de nehat berdan, di 13'yê adara 2018'an de roja ku cezayê propagandayê bi dawî bû, mudetnameyeke nû hat amadekirin û roja berdana bi şert jî wekî 5'ê Çileya 2025'an hat diyarkirin. Di mudetnameya din de jî ku di 14'ê Adara 2024'an de hatibû amadekirin, înfaza wîî ya bi şertî dîsa bi hinceta cezayê propagandayê hat şewitandin. Bi vî awayî teblîxata biryara şewitandina înfaza Kayar, piştî teqezbûna cezayê propagandayê bi şeş salan pêk hat. Di vê dîrokê de ji berdana Kayar re 9 meh mabûn.   Piştî înfaza wî hat şewitandin, ji ber ku cezayê muebedê yê di qanûnê de diyarkirî (36 sal) esas nehat girtin, wekî yekûna her du cezayan hat hesibandin. Bi vî awayî dîroka berdana wî wekî 13'ê Gulana 2031'ê hat hesibandin.    WÊ SERÎ LI DMME'YÊ BIDE   Kayar serî li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Edeneyê da, lê îtiraza wî hat redkirin. Ji ber ku rêya serlêdanê ya Kayar temam bû, serî li Dadgeha Destûra BIngehîn û Dadgeha Bilind da. Ger ev her du dadgeh jî biryareke neyînî bidin wê wê serî li dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bide.    BÛ SEDEMA 6 SALAN   Lê belê îdiayên ku wekî sedema şewitandina înfazê hatien nîşandan jî balkêş in. Peyvên di nivîsa Kayar de cih negirtine wekî wî nivîsandibin hatine nîşandan. Têgiha "berxwedan Sûrê" ku tê îdiakirin Kayar bi kar aniye, di nivîsa nivîskarekî di heman rûpelê de cih digire.    Her wiha têgihên wekî "berxwedana Nsbînê" û "berxwedana Kobanê" ku tê îdiakirin di nivîsa Kayar de cih digirin aîdî nivîseke din in. Di nivîsa Kayar de tenê hevoka "Kurdiya Nisêbînê û Kurdiya Kobanê..." cih digirtin. Ji ber her sê têgihên ku bi kar neaniye sal û nîvek ceza girt û înfaza wî 6 salan hat şewitandin û wê ji ber vê 7 sal û nîvê din jî zêde razê.    MA / Firat Can Aslan