Tevî nexweşiyên xwe yên giran jî nayên berdan 2024-08-09 10:13:28   ÊLIH - Tevî nexweşiyên xwe yên giran, sedan girtiyên siyasî nayên berdan. Xizmên girtiyên nexweş yên li Êlihê dijîn xwestin “zilma” tê meşandin bi dawî bibe.    Di girtîgehan de 651’ê wan giran, bi giştî hezar û 564 girtiyên nexweş hene. Berdana girtiyên nexweş bi raporên Saziya Tipa Edlî (ATK) yên “dikare di girtîgehê de bimîne” tê astengkirin. Abdulalîm Kaya (82) birayên Firat û Emrah Nebîoglû, Mehtî Aykoç (55) û Mehmet Emîn Çam ji van girtiyên nexweş hinek in.    ABDÛLALÎM KAYA   Girtiyê nexweş ê giran Abdulalîm Kaya di Girtîgeha Tîpa T ya Beşirî ya Êlihê de tê ragirtin û ji sedî 93 rapora wî ya astengdariyê heye. Di heman demê de nexweşiyên dil, prostat, gurçik û nexweşiya demansê yên Kaya hene. Cezayê Kaya di 14’ê cotmeha 2020’an de hate erêkirin û hêj ku kêlên emeliyatê jê nehatine girtin, hate binçavkirin û piştre hate girtin. Kaya yê şandine girtîgehê 60 rojan bi tena serê xwe hate ragirtin û dermankirina wî nîvcoyî hate hiştin. Bi hewldanên mezin di 31’ê adara 2023’yan de cezayê wî 6 mehan hate taloqkirin û hate berdan. Hêj ku dermankirina wî didomiya, di 31’ê adarê de careke din hate girtin û şandin girtîgehê.    RAKIRIN NEXWEŞXANEYÊ: BILA ZILM DAWÎ BIBE   Kurê Kaya, Felemez Kaya ji bo ku bavê wî demên xwe yên dawî di girtîgehê de derbas neke, banga hestiyariyê kir û wiha axivî: “Rewşa bavê min ji ber germahiya girtîgehan xirabtir bû di di 3’yê tebaxê de wî rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê û di 5’ê tebaxê de careke din birin girtîgehê. 3 rojan di nexweşxaneyê de ragirtin û careke din şandin di nav germahiya girtîgehê. Dema em roja çarşemê pê re axivîne wiha got, ‘Ez nikarin îdare bikim, ez nikarin bi germahî, pîratî û nexweşiyên xwe, dê li vir bimrim’. Hemû hewldan û serdanên me yên ji bo dermankirina wî bêencam man. Jixwe ATK bi tu awayî rewşa girtiyan nanêre û wan arasteyî mirinê dike. Bavê min di nasnameyê de 82 salî ye lê bi rastî 86 salî ye. Gelek pîr û gelek nexweş e, ev wijdanekî çawa ye? Em dixwazin rojên xwe yên dawî di mala xwe de li gel zarok ûneviyên xwe derbas bike. Êdî bila ev zilm bi dawî bibe.”   MEHMET EMÎN ÇAM: DIBE KU KRÎZA DIL DERBAS BIKE   Mehmet Emîn Çam ê di heman girtîgehê de tê ragirtin jî ji ber di mejiyê wî de ûr hatiye dîtin neçar e ku heya dawiya emrê xwe dermanan bi kar bîne. Di heman demê de du caran emeliyata gurçikan derbas kir. Di gurçikan de tim kîst çêdibe. Herwiha Çam emeliyata kataraktê derbas kir, di çavên wî de miyop û astîgmat heye. Guhê rastê yê Çam nabihîse û ji ber Çam ji aliyê xwe yê çepê felc derbas kiriye, di meşînê de zehmehiyê dikêşe. Şîmel Çam a roja çarşemê çûye serdana bavê xwe wiha got: “Nexweşiyên wî her ku diçe girantir dibin. Ji ber felcê di meşê de zehmetiyê dikêşe, dema yek dikeve milê wî dikare di pêlekanan de hilkişe. Berî niha krîza dil derbas kiribû. Ji 3 demaran 2’yê wan vekiribûn. Tevî nexweşiyên wî yên gurçik, çav, guh û prostatê hene nayê berdan. Ev wijdanekî çawa ye? Nêta kesên van biryaran didin diyar e. Ji bo cenazeyê bavê ji girtîgehê derkeve ferman girtine. Bila ev zilm bi dawî bibe.”   ‘KÊMANIYA GURÇIKAN PÊ RE HEYE’   Nexweşiyên wek kêmaniya gurçikan, kêm bihîstin, serêşî û tansiyona girtiyê nexweş Mehtî Aykoç ê di Girtîgeha Tîpa L ya Panosê de tê ragirtin hene. Eylem Aykoç di 7’ê tebaxê de bi bavê xwe re axivî, diyar kir ku rewşa bavê wê her ku diçe girantir dibe û ev tişt gotin: “Ji ber kêmaniya gurçikan di şert û mercên girtîgehê de zehmetiyê dikêşe. Herwiha di girtîgehê de pirsgirêka av, xwarin û kantînê jî heye. Jimartina ser piya li girtiyan ferz dikin, sewqa wan a nexweşxaneyê dereng tê kirin.”   BIRAYÊN NEBÎOGLÛ   Birayên girtî Firat (24) û Emrah Nebîoglû (30) tevî pirsgirêkên tenduristî yên giran nayên berdan. Ji birayên girtî Firat Nebîoglû yê di Girtîgeha Tîpa T ya Ewlehiya Bilind tê ragirtin, felc derbas kiriye û ji sedî 92 rapora wî ya astengdariyê heye. Herwiha Nebîoglû pirsgirêka kêmaniya gurçikan, dîtina çavan û bihîstîna guhan dikêşe. Nebîoglû neçar e ku di nava hefteyê de 3 rojan biçe diyalîzê. Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê ji ber kêmaniya gurçikan ji Nebîoglû re rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” amade kir. Lê belê ATK’ê di 14’ê adara 2022’yan de rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” amade kir.     Ji birayan Emrah Nebîoglû jî di Girtîgeha Tîpa T ya Elezîzê tê ragirtin. Dema di sala 2014’an de li dijî êrişa Kobanê ya DAIŞ’ê de çalakî hatin lidarxistin, Nebîoglû ji ber guleya li serê wî ketiye, felcê derbas kir. Tevî bi halê xwe yên felcbûyî bi hinceta “gumana revînê” nayê berdan. Pirsgirêkên Nebîoglû yên şemitîna çavan, kêm bihîstin û tansiyona bilind hene.    DIXWAZE ZAROKAN BIBÎNE   Nexweşiyên şekir, fitiq û tansiyonê yên Rahîme Nebîoglû (56) hene û dayik anî ziman ku kurên wê yên di girtîgehê de tê ragirtin arasteyî mirinê tên kirin, serlêdanên wan kirine jî bêyî encam mane. Nebîoglû xwest girtiyên nexweş werin berdan, banga hestiyariyê ji raya giştî kir û wiha bang kir: “Ev demekî dirêj e ku ez zarokên xwe nabînim. Ez wan meraq dikim. Tenê di telefonê de dengê wan dibihîsim. Ev zilma li girtiyên nexweş dikin her ku diçe girantir dibe. Çima ji bo girtiyên nexweş tu kes tiştekî nake? Ji destê kê çi tê bila bike.”   MA / Fethî Balaman