Li Gumuşovayê qeza: 25 kes birîndar bûn 2024-08-09 10:55:16   DUZCE - Li Gumuşovayê otobus rêwiyan li pişta dorseya TIR’ê qelibî û 25 kes birîndar bûn.    Li ser Riya Anadolû ya navçeya Gumuşovaya Duzceyê qezaya trafîkê çêbû. Li gorî agahiyên bi dest ketine otobusa rêwiyan a aîdê Boyabat Tûrê, dema di derengiya şevê de ji Stenbolê ber bi Sînopê ve diçû, li pişta dorseya TIR’ê qelibî. Bi qezayê re li gel ajokar 25 rêwî birîndar bûn. Bi agahî dayînê tîmên tenduristiyê yên li Duzce û Sakaryayê hatine li cihê bûyerê mudaxileya ewil li birîndaran kirin wan rakirin nexweşxaneyên li Duzceyê.