HRW û ÎFOD: Astengkirin binpêkirina azadiya xweîfadekirinê ye 2024-08-09 13:31:47 ENQERE - Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan û Komeleya Azadiya Xweîfadekirinê gotin ku astengkirina Instagramê binpêkirina mafê azadiya xweîfadekirinê ya bi milyonan bikarhinêran e.    Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) û Komeleya Azadiya Xweîfadekirinê (ÎFOD) têkildarî astengkirina Instagramê ya di 2’yê tebaxê de ji hêla Saziya Teknolojiyên Zanyariyê û Ragihandinê (BTK) ve, daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Instagram bi awayekî keyfî hatiye astengkirin û bi vê yekê re azadiya xweîfadekirinê û mafê xwegihandina agahiyan hatiye binpêkirin.    'GAVÊN WÊREK BIAVÊJIN’    Di daxuyaniyê de hat xwestin ku astengkirina heyî were rakirin û wiha hate gotin: “Li dijî astengkirinên xwegihandina platformên medyaya civakî, gavên wêrek biavêjin.” Hat bibîrxistin ku platformên nûçeyan ên Deutsche Welle û Voice of Americayê ji hezîrana 2022’yan ve astengkirî ne û hat gotin ku ji dawiya meha adarê ve bi milyonan malperên webê astengkirî ne. Di heman demê de astengkirina Wattpad û Robloxê jî di daxuyaniyê de cih girt.