Ji bo Atalay serî li Meclisê dan ku di 16’ê tebaxê de bicive 2024-08-09 14:56:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Têkildarî rewşa Parlamenterê TÎP’ê yê Hatayê Can Atalay ku ji doza Geziyê ceza lê hatiye birîn, bang li Meclisê hat kirin ku di 16’ê tebaxê de awarte bicive.    Partiyên muxalefetê bang li Meclisê kirin ku têkildarî rewşa Parlamenterê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) ê Hatayê Can Atalay ku ji Doza Geziyê girtî ye, awarte bicive. Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) der barê Atalay de biryara “hukmê betalakirina parlamenteriya wî tune ye” dabû û li ser vê biryarê tê xwestin ku Meclis bicive û der heqê Atalay de biryarê bide.      Serokê Giştî yê CHP’Ê Ozgur Ozel, Serokwekîlên Koma CHP’ê Murat Emîr, Gokhan Gunaydin û Alî Mahîr Başarir, Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî, Serokwekîlên Koma Partiya Saadetê Selçûk Ozdag û Bulent Kaya, Serokê Giştî yê  TÎP’ê Erkan Baş, Parlamenterê DEVA Partî Îdrîs Şahîn, Parlamenterê Demokrat Partî Cemal Engînyhûrt û Parlamentera Partiya Kedê Sevda Karaca daxwaznameyek hevpar îmze kirin û bang li Desteya Giştî ya Meclisê kirin ku di 16’ê tebaxê de bicive.    Di daxwaznameya bangkirina civînê de hat gotin ku tevî ku biryara AYM’ê der barê Can Atalay de heye jî hê jî ji azadiya xwe bêpar tê hiştin.